Bugün: 05 Temmuz 2025 Cumartesi
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Beğde: “Aşure, Geçmişle Gelecek Arasında…
    Ergin: “Kerbela’dan Aşure’ye: Acının İçinde…
    Tosunlu,: “Aşure, Farklılıkların Huzurla Kaynaştığı…
    Meşhur Paçacı Esat Usta: “Aşure,…

    Berpirsên PYD divê ji bona qetlîama Amûdê bên darizandin û pêşiya xiyanete têkbirina sîstema federe bê girtin…

    04 Temmuz 2020, 08:40
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com

     

    Îbrahîm GUUÇLU

    (ibrahimguclu21@gmail.com)

     

    Di rojeva kurdan û neteweya kurd de gelek mijar hene. Lê du mijar di van rojên nêzik de derketin pêş.

    Mijara yekemîn,, qetlîama Amûdê ye.

    Mijara duyemîn, xiyaneta têkbirina sîstema federe ya Kurdistanê ye.

    Divê ku hemû kurd em li ser van du mijaran rawestin û helwesta xwe di van du mijaran de diyar bikin. Bi taybetî jî xiyaneta li Başurê Kurdistanê hatiye rojevê, dîroka me û pêşeroja me û neteweya kurd bi tevayî û Kurdistanê eleqeder dike. Divê em di vê mijarê de bi her awayî aktîftir bin. Pêşiya vê xiyanetê bigrin.

     

    PKK/PYD QEBÛL KIR KU QETLÎAMA AMÛDÊ WAN PÊK ANIYE, DIVÊ BERPIRSÊN QETLÎAMÊ BÊ DARIZANDIN…

     

    Di 27-28 Hezîrana 2013an de dema qetlîama Amûdê pêk hatibû, min gelek aşkere nivîsand û ji çapemeniyê re jî diyar kir ku ev qetlîama bi hevbeşiya PKK û PYD çêbûye. Gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd ev rastiya qebûl nedikirin. Yên ev rastiya qebûl dikirin jî, dengê xwe li hemberî qetlîama Amûdê bilind nekirin. Çavên xwe ji vê qetlîamê re girtin.

    Beşek siyasetvanên giregir jî, ji bona PKK demokratîze bikin bi du xeyalan xwe ve diçûn. Beşdarî Konferansê PKKê dibûn. Di esil de nedixwest ku PKK “demokratîze” bikin; dixwestin ku ji bona mebûsî û serokşaredariyê ji xwe re cî vekin.

    Lê dîsa jî min hawar kir ku ew siyasetvan û rewşenbîrên ku dixwazin PKK “demokratîze” bikin, dengê xwe li hemberî qetlîama PKK/PYDê dengê xwe bilind bikin, lê nekirin. PKK/PYD jî bi piştgiriya Rejîma Faşîst ya Baasê li Rojavayê Kurdistanê dîktatoriya xwe ava kir. Li ser gelê me zûlmeke mezin meşand. Siyasetmedar û kurdên di rêzên de girtin, kûştin, êşkence kirin, hepis kirin. PKK/PYDê îzin neda partî û rêxistinên Kurdistanê ku xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bimeşînin.

    Ji bona Rojavayê Kurdistanê felaketek çêbû. PKK/PYD, bi hezaran ciwanên kurd ji bona Rejîma Baasê, Rûsyayê, Îranê, Emerîkayê li çola ereban dan kûştin.

    Navên welatê me guhertin,  kirin “Bakurê Sûriyeyê”.

    Piştî ku dîktatoriya PKK/PYD lingê xwe da erd û ciyê xwe xûrt kirin, piştî 7 salan rola “polîsên baş” lîstin û ji malbatên şehîdên Amûdê lêborîn xwestin. Gotin ku “em amade ne ku tazmînata malî û manewî  bidin we.”

    Lê malbatan ev yeka qebûl nekirin. Gotin ku “we îtirafa qetlîamê kir, ev ji bona çareseriya gavek e. Lê lêborîn pirsê çareser nake. Divê ji bona qetlîamê berpirsiyariya siyasî ya PYD bê darizandin û ew qesên qetlîam li darxistine  jî bên darizandin û siza kirin.”

    PKK/PYDê  lêborîn xwestin, wek demokratîzebûnê nîşan da, ew ne rast e. Dîktator jî ji bona ku xwe li cem gel şêrin bikin, lêborîn dixwazin.

    Mesele esasî ew e ku ev pirsa ji aliyê hiqûqê ve bê çareser kirin.

    Loma jî daxwaza malbetên şehîdên Amûdê heq in û hezar carî di cî de ne. Divê her kurdek ji daxwaza malbetên şehîdên Amûdê re bibe alîkar.

     

    DI VÊ QONAXÊ DE LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ XIYANETA MEZIN YA TÊKBIRINA SÎSTEMA FEDERE HATIYE ROJEVÊ, DIVÊ PÊŞIYA VÊ XIYANETÊ BÊ GIRTIN…

     

    Di her qonaxê de Başûrê Kurdistanê ji bona Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê bûye navend û ji tevayî kurdan re bûye cîwarê hêviyê. Di vê qonaxê de jî ev taybetî û mîsyona Başûrê Kurdistanê ya dîrokî dom dike.

    Dewletên dagirker û kolonyalîst ditirsine ku sîstema Başurê Kurdistanê ji bona hemû beşên Kurdistanê bibe model. Kurd ji xwe re li hemû beşan mala xwe ava bikin û  desthilatdar bin û serwer bin.

    Wê demê Dewletên kolonyalîst û dagirker hîç şik tune ye ku wê hêz û dewlemendiya xwe  û hikumraniya xwe wenda bikin; dagirkeriya wan û kolonyalîstbûna wan dawî bê.

    Wek tê zanîn Başûrê Kurdistanê di sala 2017an de ji bona serxwebûnê gaveke girîng avêt û referandûm ji bona serxwebûna Kurdistanê li dar xist. Encama referandûmê ji % 93 Kurdistaniyan ji bona dewleta Kurdistanê “erê” gotin. Hîç şik tune ye ku ev encama dê ji jibona beşên din yên Kurdistanê  jî bibûya modeleke pêştir.

    Dewletên kolonyalîst ji bona vê yekê bi hev re dereng neman, êrîşî Kurdistanê kirin.  Hikûmeta Navendî ya Federal bi refleksa nîjadperestiya erebî tevgeriya û bi alIkariya hevalbendên xwe yên kurd û xayîn Kerkuk îşgal kirin. Pişt re jî xwestin ku sîstema federal têk bibin û ji holê rakin. Lê bi berxwedan û şerê pêşmergeyan îzin nehat dayîn. Ereban û hevalbendên wan şikest xwarin. Xwe vekişandin sînorên xwe. Hezar mixabin Kerkuk yanî dilê kurdan dîl ma di destê wan de.

    Lê dewletên dagirker jî, hewildanên xwe yên ku sîstema federe têkbibin, bernedan.  Dewletên dagirker û kolonyalîst him raste rast bi xwe û him jî bi hevalbendên xwe, ji bona ku sîstema federe ya li Başûrê Kurdistanê bê rûxandin bi plan xebat dikin.

    Di van rojên dawî de beşek mebûsên Kurdistanê di Meclîsa Kurdistanê ya Kurdistaniyan temsîl dike û pîroz de daxwaz kirin ku sîstema federal li Iraqê û li Kurdistanê jî sîstema federe ji holê rabe. Kurd bi ereban re bên girêdan. Kurd li welatê xwe desthilatdar û serwer nebin. Sîstem vegere sîstema Baasa Faşîst û totalîter.

    Xerabî û têkbirina sîstema federe li Kurdistanê bi destên dewletên kolonyalîst dijminitî ye. Ew ji berjewendiya dewletên dagirker re xizmet dike.

    Ji bona kurdan armanc hîç şik tune ye ku azadî û rizgariya Kurdistanê û dewleta xwe ava kirine. Lê dema ku kurdek statuya û desthilatdarî û serweriya Kurdistanê federe û ya heyî bixwaze ji holê rake û ji bo têkbirina sîstema federal xebat bike, ew dibe xiyanet. Heta nûha jî ji wê mezintir xiyanet li Kurdistanê nehatiye rojevê.

    Divê her kurdek îzin û derfet nede van xayinan. Bi taybetî jî desthilatdariya Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û Meclîsa Kurdistanê divê derbarê van de riya hiqûqî bimeşîne. Dawiya mebûsiya wan bîne.

    Ji bona ku xiyaneta li Kerkukê hat holê nehat darizandin û nehat siza kirin, xiyanet mezintir bû û nûha jî îxanetkar  zêdetir bi cesaret tevdigerin.

     

    Diyarbekîr, 04. 07. 2020

    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    YILMAZ ACU Değerli Aydoğan Ahıakın’a Teşekkür ederim
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Beğde: “Aşure, Geçmişle Gelecek Arasında
  • Ergin: “Kerbela’dan Aşure’ye: Acının
  • Tosunlu: “Aşure, Farklılıkların Huzurla
  • Meşhur Paçacı Esat Usta: “Aşure, Geçmişle
  • Yağmur: “Aşure, Vefanın, Birliğin ve
  • Atlı: “Kerbela’dan Bugüne: Aşure,
  • Pekdemir: “Aşure, Farklılıklarımızla Huzur
  • Aksu: “Aşure, Toplumsal Vicdanın Kaynadığı
  • FOTO GALERİ Tümü

    • Komik Resimler

    • Manzara Resimleri

    • RASTGELE RESİMLER
    ÖZEL HABER
  • Çermik Belediye Başkanı Şehmus Karamehmetoğlu: “Aşure,
  • Çüngüş Belediye Başkanı Ali Suat Akmeşe: “Bu Gün, Hem
  • Taksi içinde işlenen gasp suçuna emsal karar
  • Kardelen Hareketi'nden "İklim Kanunu" Eleştirisi: "Yeni Bir Dini
  • Muhyettin Ateş’ten Zafer Partisi’ne Şeyh Said Tepkisi:
  • Çermik Belediye Başkanı Karamehmetoğlu’ndan Peygamber
  • Başkan Akmeşe’den Peygamber Efendimize Yapılan Saygısızlığa
  • Diyarbakır’da Örnek Dayanışma: Sivil Toplum Temsilcilerinden
  • Diyarbakır Bağlar’da yürüyüş! 3 gün nöbet tutacaklar
  • Delidolu ve Kan Ailelerinin Muhteşem Düğünü
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Davos'un Arka Planı

    • Günün en çok izlenen komik video

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2025 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi