SON DAKİKA
AK Parti Eğil Belediye Başkan…
Siirt Vakfı Diyarbakır Şubesi'nden yüzlerce…
Asena’nın Ramazan’ın bereketiyle birleşen seçim…
Bedirhan Akyol’dan Polis Emeklileri Yardımlaşma…
Celal Talabanî / Dr. Fûad Mesûm / Mele Mihemed Efe…
ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com
Ez dixwqzin li ser sê bûyerên girîng rawestim û şirove bikim.
KEVNESEROKKOMARÊ DEWLETA FEDERE YA IRAQÊ CELAL TALABANÎ VEGERİYA KURDISTANÊ: BILA VEGERA WÎ PÎROZ BE…
Kevneserokê Dewleta Federe Yê Iraqê û Sekreterê Giştî Yê YNKê Celal Talabanî beriya salekê bi nexweşiyek gelek giran ket. Loma ew li Elmanyayê heta van rojên dawî tedawî bû.
Dema ku ew li Elmanyayê bû: Li ser nexweşiya wî gelek îdia, spekulasyon, agahiyên cûda di nav reya giştî ya kurd de belav bûn. Heta çend caran jî ji mirina wî hat qal kirin. Lê her dem berpirsiyarên YNKê ew îdiayan derevîn derdixistin. Di encamê de jî ew îdiayan derevîn derketin. Celal Talabanî çend roj berê vegeriya Kurdistanê.
Dema ku Celal Talabanî nexweş ket û jiyana wî kete xeteriyê; gelê kurd, kurperwer û rewşenbîrên Kurdistanê gelek xemgîn bûn. Hîç şik tune ye ku reya giştî ya ereban li Iraqê jî xemgîn bûn. Lewra Celal Talabanî li Kurdistanê serokekî karîzmatîk, siyasetmedarekî bi navûdeng, rewşenbîrekî navdar bû. Serokkomarê Dewleta Iraqê bû. Her kes ditirsiya ku li Iraqê bibe sedemek qrîza siyasî. Wûsa jî bû. Piştî nexweşiya Celal Talabanî li Iraqê pêvajoyek siyasî ya tarî û otorîter dest pê kir.
Celal Talabanî, dema di sala 1946-an de li Başûrê Kurdistanê PDK ava bû, ew bû endamekî gelek cîwan û çalak yê partiyê. Di demek kurt de di nav partiyê de bû aktorek cidî û çalakvan û afirandî. Piştî salên 1958-an bi Serokê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî re bû hevxebat. Hezar mixabin di sala 1966-an de jî bi Serokê Kurdistanê re hat hember hev. Piştî wê tarîxê, ji bona Celal Talabanî pêvajoyek nû dest pê kir. Wî rêya xwe ya siyasî ji Mele Mistefa Barzanî cûda kir. Rêxistinek xweser ava kir. Lê dema di sala 1970-yî de Otonomiya Kurdistanê hat damezirandin, ew dîsa bi serokê Kurdistanê re bû hevxebat. Ev hevxebatbûna wan heta sala 1975-an domand. Piştî ku Otonomiya Kurdistanê encama şerê 1975-an û Peymana Cezayîrê hat hilweşandin, rêya wan ji hevûdu veqetiya.
Wî piştî şerê 1975-an YNKê ava kir û bû serok an jî sekreterê giştî yê YNKê. Wî piştî damezrandina YNKê di nav tevgera Başûrê Kurdistanê de wek aktorek sereke rolek girîng lêhîst. Wî gelek xeterî derbas kirin û li Rojhilata Navîn bi gelek taybetiyan hat terîf kirin.
Di sala 1979-an de bi Celal Talabanî ve dosteniyek min/me dest pê kir. Ala Rizgarî û YNKê çend salan bi hev re xebata pêşmergetî domandin. Piştî ev xebata hevbeş dostaniya me xûrttir bû. Dema ew nexweş bû, ez jî wek her kurdekî û dostekî wî gelek xemgîn bûm.
Çend roj berê bi vegera wî ya Kurdistanê ez gelek kêfxweş bûm. Ez malbata wî, heval û dostên wî, hevxabetên wî yên YNKê pîroz dikim. Ji bona wî temenek dirêj û bi tendûristî dixwazim.
DOSTÊ MIN YÊ HÊJA DR. FÛAD MESÛM BÛ SEROKKOMARÊ IRAQÊ. EZ WÎ PÎROZ DIKIM…
Demek dirêj e ku girêdayî nexweşiya Celal Talabanî posta serokkomarî ya Iraqê vala ye. Derket holê ku Celal Talabî girêdayî nexweşiya xwe nikare vî karî bimeşîne. Biryar hat dayîn ku serokkomarê nû bê hilbijartin. Divê ew jî kurd be. Kurdan jî li hev kiribû ku serokkomar ji YNK-ê be. Di nav YNKê de jî namzetiya/berenedamiya serokkomarî bû pirsgirêkek. Ji YNKÊ sê kes bûn berendamê serokkomarî. Lê di encamê de Dr. Fûad Mesûm bû serokkomarê Dewleta Federal ya Iraqê.
Dr. Fûad Mesûm li Misirê felsefe xwendiye. Ew hîmdar û avakarê YNKê ye. Her dem jî bûye aktorek sereke û berpirsiyarê serokatiya YNKê. Ew kesekî gelek nêzikî Celal Talabanî bû. Wî di rojên nexweş de jî her demê di nav serokatiya YNKê de karûxebatên xwe domandiye.
Dema ku Ala Rizgarî û YNKê bi hev re hevxebat bûn, di navbeyna min û wî de jî dostaniyek gelek nêzik ava bû. Her dem jî pêwendiyên me xweş û watedar bûn.
Ew layiqî serokkomariyê ye. Ew kesekî rewşenbîr û aşitîxwaz e. Ew dikare bi her kesekî re pîvanên hevbeş ava bike. Kesekî nerm û gelek maqûl e.
Ew di salên 1992-an de bû serokwezîrê Kurdistanê. Wî wek serokwezîrê Kurdistanê bi hemû terefên siyasî re bû xwediyê danûstandinan. Ew bû serokwezîrekî bêteref. Gel jî, ji wî gelek memnûn bûn. Ew serokwezîrekî serkeftî bû.
Serokkomariya wî ji bona miletê kurd gelek hêja û girîng e. Bi serokkomariya wî, di siyaset û jiyana Iraqê de giringiya miletê kurd carek din diyar bû û derket holê.
Ez dostê xwe yê hêja pîroz dikim. Ez dibêjim bila ew ji bona gelên Iraqê û miletê kurd bi xêr be.
Ew di demek gelek girîng û stratejîk de li Iraqê bû serokkomar. Iraq di nav parçebûyînê de ye. Miletê kurd ji bona dewleta serbixe tevdigere û ji bona Kurdiatana serbixwe biryara referandûmê daye.
Ez hêvîdar im ku Dr. Fûad Mesûm dê di vê qonaxê de rola xwe ya dîrokî bilîze.
BIRAMEZIN Û DOSTÊ MIN Ê HÊJA MELE MİHEMED EFE ÇÛ SER DILOVANIYA XWE. BILA SERÊ MALBAT, DOST Û HEVALÊN WÎ, MILETÊ KURD SAX BE…
Mele Mihemed, li Bakûrê Kurdistanê salên ku kurditî gelek zehmet bû kurditî dikir; di hemandem de bibû endamê PDK a Tirkiyeyê ye. Ew bû hevalê Şehîd Seîd Elçî.
Dîsa dema ku ji serok Mele Mistefa re xwedîderketin gelek zehmet û tewan bû, wî piştgiriya Serok Mele Mistefa Barzanî û tevgera rizgarîzxwaz ya Başûrê Kurdistanê kir. Rasterast bi Serok Mele Mistefa Barzanî re hevûdîtin kir.
Ew hezkerekî navdar yê Mele Mistefa Barzanî bû.
Demekê mecbûr bû ku li derveyî welêt li Awusturyayê jiyana xwe bidomîne.
Di sala 1992-an de encama kongereyek hevbeş, bû damezrênêr û himdarê HEVGIRTIN-PDKÊ. Ez jî hîmdarên partiyê bûm. Min Mele Mihemed di salên 70-yî de nas kir. Lê piştî sala 1992-an dostaniya me pêşket. Ez û ew, em bi hev re beşdarî gelek civînên legal û îllegal bûn.
Ew, beriya vê çend rojan, çû ser dilovaniya xwe. Ez jî wek hemû dostên wî yên nêzik gelek xemgîn bûm.
Bila serê malbat, dost û hevalên wî, miletê kurd sax be. Ciyê wî bihûşt be.
Yükleniyor...
|