SON DAKİKA
Diyarbakır Selahattin Eyyubi Devlet Hastanesi’nde…
Fırat başkan ilk sözünü tuttu:…
İş İnsanı Saffet Çerçi’den Mübarek…
Diyarbakır bir değerini kaybetti! İhsan…
Hikûmet û PKK Dilîzine: Gel Jî Dixapînin…Xwendevanên hêja ya Malpera Xebat Nûçeyê, ji we re merhaba. Ez ji bona we serkeftin û bextewarî dixwazim. Birayên Hêja, ez ê nûha şûnde bi nivîsên xwe yên kurdî û tirkî li hemberî we bim. Ez ê di malpera we de nivîskariyek domdar, qasî ku tendûristî û qeweta min dest da bidomînim. Ez li hêviya rexne û pêşniyarên we me. Hûn dikarin nivîsên min gelek bi rehetî û hêsanî, berfireh rexne bikin. Rexneyên xwe ji min re birêkin. Di heman wext de hûn dikarin pêşniyaran jî bikin ku ez di kîjan mijaran de binivîsînim: Ew mijar rojane jî dibin û mijarên dûrûdirêj jî bibin. ***** Ezê di vê meqelaya xwe de li ser siyaseta “Pêvajoya Çareseriyê” rawestim. Hûn jî dizanin ku hikûmet û PKKê beriya vê du rojan îmana xwe teze kirin. Gotin ku emê “pêvajoya çareseriyê” bidomînin. Lê ez dixwazim gelek aşkere diyar bikim ku ew xwediyê îmanê nebûn ku îmana xwe teze bikin. Pirsa miletê kurd, pirsa miletekî û welatekî ye. Loma jî miletê kurd ji bona serxwebûn û azadiya xwe 200 sal e ku têkoşînek civakî, siyasî, mirovî, heq û hiqûqê, edaletê, milî û azadiyê dimeşîne. Di vê merheleyê de ji dervayî Başûrê Kurdistanê gel û miletê me, ji hemû mafên xwe yên milî bêpar e. Miletê me li welatê xwe nedesthilatdar û serwer e. Di bin nîra kolonyalîzma sê dewletan de jiyana xwe didomîne. Pirsa miletê kurd ji bona pirsa çarenivîsiyê ye û avakirina dewleta federal û an konfederal û an serbixweyiyê, loma jî rê û rêbaz jî, gorî vê kapasîteyê divê bên tespît kirin. Hezar mixabin, dema ku di Newroza 2013-an de “pêvajoya çareseriyê” ji aliyê hikûmet û Ocalan de dest pê kir, ev rastiya û kapasîteya çareseriyê nedan ber çav. Herûdu terefan gorî hesabên xwe, “Pêvajoya Çareseriyê” şirove kir. Hat gotin ku “PKKê dê di destpêkê de hêzên xwe yên çekdar bikşîne derveyî welêt.” Ji derveyî welêt mabest ew bû ku PKKê hêzên xwe bikşîne Başûrê Kurdisatanê. Ev siyaseta û rêya gelek şaş bû. Lewra Başûrê Kurdistanê ne di bin desthilatdariya Tirkiyeyê de ye. Gelo çima PKKê hêzên xwe bikşîne wir. Ew şaşiya me her dem diyar kir. Lê gelek aşkere bû ku armancek taybet hebû. Ew armanca taybet jî ew bû ku hikûmet gihîştibû wê qenaatê ku bi rêya Ocalan dê kurdên Başûrê Kurdistanê jî dizayn bike; bixe bin kontrola xwe. Di manîfestoya Ocalan ya Newrozê de jîi ji Mîsakî Milî ya nû dihat qal kirin. Pêşniyar dihat kirin ku konfersanseke Misak-î Milîiyê çê bibe. Hemû beşên Kurdistanê carek din bikeve bin desthilatdariya dewleta Tirk. Piştî demekê derket holê ku Ocalan nikare pirsa PKKê ya çek jî çareser bike. Loma jî hikûmetê biryar da ku pêwendiyên xwe yên serok û hikûmeta Kurdistanê xurt bike û derxe merhelaya stratejîk. Encama vê biryarê Serokê Kurdistanê vexwende Amedê. Di serî de diyar bû ku PKKê dest ji çek bernade. PKKê ji bona desthilatdariya xwe ya Rojavayê Kurdistanê û ji bona ku bi awayekî û şiklî gotina Ocalan pêk bîne, biryara şerrawestandinê da. Lê tu wextekê negot ku “ezê dev ji çek berdim.” Loma jî piştî Newroza 2013-an de jî PKKê hejmara çekdarên xwe zêde kir. Bi hezaran zarok jî birin Qendîlê. Ocalan jî, nedixwest ku PKKê dev ji çek berde. Lewra wî jî baş dizanî ku encama şerê çekdarî qiymet têdayîn. Loma di hevdîtina heyeta BDPê de gotibû ku “hûn meraq nekin. Hejmara gerîlayan dê bibe sed hezar.” Aysel Tuxluka kemalîst jî diyar kiribû ku “PKKê dê çeyrek esrekê (25 salan) dev ji çek bernede.” S.S. Onder jî gotibû ku “Li Qendîlê cîwanên dê bên perwerde kirin.” Di 6-7.10. 2014-an de bi “Bûyerên Kobaniyê” jî derket holê ku PKKê tu wextekî dest ji çek bernade. Lewra: 1-PKKê dema ku ji aliyê Kemalîstan de hat projekirin, armanc ew bû ku rêxistinên kurdan, hêzên civakî û milî yên Kurdistanê tasfiye bike. Pêşiya dewletbûna kurdan bê girtin. Ew jî bi çek, bi zorê û zordarî dibe. 2-Hebûna PKKê bi çek e. Dema PKKê dev ji çek berde, tune dibe. 3-PKKê, ne bi rêya siyasî û bes dikare bi çek di nav gel de bibe xwediyê bandor. Bi çek dikare “împaratoriya tirsê” çê bike. Li ser siyaseta vekirî ya HDPê vesayet çê bike. Ji gel û dewlemenda xeraç bigre. Nehêle ku ji derveyî wan kesek û dezgehek û rêxistinek siyaset bike. 4-PKKê, bi dewletên herêmê û dewletên ne herêmî re xwediyê girêdayenek gelek xûrt e. PKKê bi çekan dikare berjewendiya wan dewlaten biparêze. Loma jî PKKê bixwaze dev ji çek berde jî, ew dewletan nahêlin. Lewra wesayeta wan dewlatan li ser PKKê gelek xûrt e. Ew hemû sedem jî nîşan didin ku PKKê her çiqas bibêje ku ezê rêya çareseriyê ya demokratîk û aşitiyane bimeşînin, ew ne rast e. Ew xapandine. PKKê çareseriyê naxwaze. Dixwaze ku krîz bidomîne, her dem hewcedarî bi wan hebe. Lewra ew ji bona ku pirsa miletê kurd çareser nebe, statuya heyî bidomîne hatiye ava kirin. ***** Hikûmetê dema dest bi “pêvajoya çareseriyê” kir, bawer kir ku PKKê dê dev ji çek berde. Ev yeka bi xwe jî, ji bona hikûmetê zaefek gelek mezin bû. Derket holê ku îstixberata Tirkiyeyê gelek qels e, an jî bi zanetî ev yeka pêk aniye. Hikûmetê di got ku “em pirsa kurdan û PKKê ji hevû di got ku “em pirsa kurdan û PKKê ji hevûdu cûda digrin destê xwe û rojeva xwe.” Ev yeka jî dihat wê wateyê ku hukumetê ji bona çareseriya pirsa xwe ya kurd, pirsa çarenivîsiya miletê kurd, ji bona teslîmkirina mafên kesayetî û grubî ya miletê kurd bernemeyek çê bike. Hezar mixabin, hikûmetê pirsa miletê kurd û PKKê ji hevûdu cûda nekir. Ji bona pirsa xwe ya miletê kurd jî, programek çê nekir. Hikûmet nûha baş dizane ku PKKê dev ji çek bernade. Xuya ye ku hikûmet bi rawestandina şer ya mûwaqqet kêfxweş e. Bl vê pozîzyonê dixwaze ku bê pirsgirêk biçe hilbijartinê. PKKê jî kêfxweş e ku hikûmet zêde mudaxeleyê wan neke, ew gor dilê xwe, xwe rêxin û xwe bi çek bikin û li ser gel zora xwe bidomînin. Di encamê de dikarim bibêjim ku her çiqas herdu teref dibêjin ku em bi “pêvajoya çareseriyê” baweriya xwe tînin jî, lê herûdu teref jî pozisyona xwe mûhafeze dikin. Ji bona berjewendiyên xwe li hemberî hev lîstik dilîzin. Gel jî dixapînin. Amed, 16. 11. 2014 Yükleniyor...
|