Bugün: 14 Aralık 2019 Cumartesi
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    MEDYA AJANS, FİRMALARIN TANITIMINA ÖNEMLİ…
    Bilsem Ankara'ya Hazırlanıyor.
    HİKMET BARAN, SON YOLCULUĞUNA DUALARLA…
    GÜÇSİYAD’DAN BAŞSAVCI YILMAZ'A ANLAMLI ZİYARET

    Li Kurdistanê Hikûmeta demokratîk û nasnameyan; wezîfeyên wê yên bi lez…

    19 Temmuz 2019, 09:08
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com


     

    Îbrahîm GUÇLU

    (ibrahimguclu21@gmail.com)

     

    Li Iraqa federal di gulana 2018an de hilbijartina giştî çêbû. Di hilbijartinê de PDKê bû partiya yekemîn. Partiya serok wezîr wenda kir, loma jî careke din nikarî bibe serokwezîr. Ev yeka cizakirina gel ya hiklûmeta kevn û hevalbendên wan Emerîka bû. Lewra gel gelek aşkere diyar kir ku siyaseta piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê hatiye meşandin ne rast e, îşgala Kerkukê û deverên din yên Kurdistanê neheqiyek, êrîşeke mezin e li hemberî neteweya kurd.

    Yekembûna PDKê prestija Serokê Milî Mesûd Barzanî zêde kir û rola wî û partiya wî PDKê di avabûna hikûmetê de kir partiya mifte. Wusa jî bû. Di avabûna Hikûmeta Federal ya Iraqê de Serokê Milî Mesûd Barzanî û PDK bû xwediyê roleke mezin.

    Ev encama hilbijartina giştî ya Iraqa federal, ji bona hilbijartina giştî ya Kurdistanê jî encamên girîng nîşan dida. Hilbijartina giştî ya Kurdistanê di Îlona 2018an de hat li dar xistin. Di encama Hilbijartinê de PDKê bû partiya yekemîn, YNK bû partiya duyemîn, GORAN bû partiya sêyemîn. Di hilbijartina giştî ya Iraq a federal de jî ji bona partiyên Kurdistanê ew encama derket holê.

    Yekemînbûna PDKê îtibar a wê û Serokê Milî Mesûd Barzanî bilindtir û xurttir kir. Gel baweriya xwe PDKê anî. Got ku “Hikûmeta Kurdistanê divê tu ava bikî.” Ew ji bona rewşa Kurdistanê jî gerentiyek û encameke gelek bi ewlekar bû.

    Gel ji encama Hilbijartina Giştî ya Kurdistanê gelek kêfxweş bû. Piştî hilbijartinê li hêviya bû ku hikûmet di wextekî kurt de ava bibe. Lewra li Kurdistanê him ji aliyê ewlekariyê de, him jî ji aliyê siyasî, aborî de xwediyê pirsgirêke mezin bû. Loma dema ku PDKê ji bona Hikûmeta Kurdistanê ava bibe, bi partiyên Kurdistanê re  dest bi danûstandina kir.

    Bi taybetî jî dema ku PDKê Neçîrvan Barzanî ji bona serokbûna Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bona serokwezîrî namzet nîşan da; bawerî û kêfxweşî zêdetir bû. Kurdistaniyan ji van herdu şexsiyetên Barzaniyan re bawerî anîn û hêz û dewletên derve jî piştgiriya xwe ji vê namzetbûnê re nîşan dan. Diyar bû ku ew herdu şexsiyetên Barzaniyan dê Kurdistanê pêşv birêve bibin.

    Lê dema ku xebata avakirina Hikûmeta Kurdistanê dereng ket, hêviya gel şikest û reşbîn bû.

    Ew xeteriyeke mezin bû. Ew encama derengketinê jî ji helwesta partiyên siyasî dihat. Lê gel dîsa jî ev derengiya hikûmetê tolere nedikir û mixalefet dikir.

    Dema ku ji bona serokbûna Kudistanê qanûn li pğarlamentoya Kurdistanê çêbû, jinûve hêvî çêbû. Dema ku Neçîrvan Barzanî bû serokê Kurdistanê hêvî geş û pêş ket. Dema ku Serokê Kurdistanê ji bona hikûmet ava bibe, wezîfa da Mesrûr Bazranî di nav gel de xoşbînî derket holê. Dema ku Mesrûr Barzanî di nav mehekê hikûmet ava kir û bawerî ji parlamentoya Kurdistanê wergirt, xoşbînî û kêfxweşiya kurdistaniyên û  Başûrê Kurdistanê gijhîşt ewiran.

    Wê demê min got ku li Kurdistanê qonaxeke nû û “Qonaxa Barzaniyên Cîwan” dest pê dike.

    Gor baweriya min Mesrûr Barzanî di hikûmet avakirinê de reformeke mezin kir. Bi berpirsiyarên  hemû partiyên siyasî, grûbên olî û dinî, bi grûbên fikir, bi rêxistinên siwîl, bi rewşenbîr û pêşengên civatê re danûstandin kir.

    Min wê demê nivîsandik ku Mesrûr Barzanî demokrasiyê pêş dixe û demokrasiyê dike demokrasiya nasnameyan.

    Danûstandina wî jî encam da. Hikûmeteke gelek demokratîk, hikûmeta nasnameyan, piralî ava bû.

    Li dinyayê ev hikûmeta Mesrur Barzanî û Kurdistanê modeleke nû ye.

    Dema ku sond hat xwarin, her miletî bi zimanê xwe û bi zimanê kurdî, bi pirtûka ola xwe sond xwar. Li tu welatan van ceribandina tune ye.

    Ev modela hikûmetê bes li Belçîkayê û li Swîsreyê heye. Li Îspanyayê piştî bûyera Katalonyayê vê hikûmetê îflas kir.

    Li Rojhelata Navîn jî Hikûmeta wek Hikûmeta Kurdistanê tune ye. Hêvîdar im ku neteweyên Rojhelata Navîn ji hikûmeta Başûré Kurdistanê sûd werbigirin û ji bona xwe bilkin model. Bi taybetî 3 dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Sûriye, Faris) hewcedarî vê ceribandinê û modelê ye. Lewra li wan welatan çend netewe bi hev re dijîn.

    Hikûmeta avabûyî encama çanda Şêx Evdilselam Barzanî, Serokê Milî Mele Mistefa Barzanî û Mesud Barzaniyê.

    Wek tê zanîn di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de Mesûd Barzanî gelek aşkere diyar kir ku dewleta bê avakirin, dewleta Kurdan nîne. Dewleta Kurdistaniyan e. Dê ew dewleta bibe dewleteke federal.

    Di dema avakirina Hikûmeta Kurdistanê de bi berpirsiyarên grûbên neteweyî û olî re danûstandin kir. Gelek aşkere got ku hûn nehindakayî ne. Hûn netewe ne.

     

    WEZÎFEYÊN HIKÛMETA KURDİSTANÊ YÊN BI LEZ…

    1-Li Kurdistanê du hêzên pêşmergê zerar digihîne Dewleta Federe ya Kurdistanê. Li dewletekê hêzeke hevbeş ya leşkerî û ewlekariyê dibe. Divê Hikûmeta Mesrûr Bazarnî bi lezûbez leşkerekî hevbeş ava bike, hêzên taybet yên PDK û YNK û partiyên din tasfiye bike.

    2-Dewleta Federe ya Kurdistanê di bin êrîşa grûbên terorîst de ye. Grûbên terorîst û çekdarên wan ji bona Kurdistanê û ewlekariya Kurdistanê xeteriyeke mezin e. Bi taybetî di van rojên dawî avakirina hêza çekdar ya PKKKê ew xeteriyeke gelek vekirî derxist holê. Êrîşa duho li Hewlerê jî ew xeteriya nîşan da. Li dewletekê hêzênn çekdar ne qanûnî, ne rewa ne. Divê Hikûmet van hêzan qedexe bike û tasfiye bike. PKK û hêzên wan yên çekdar qedexe bike.

    3-Ji bona Kurdistanê û neteweya kurd pirsgirêka Kerkukê û herêmên din yên Kurdistanê gelek girîng e. Loma jî divê ev pirsa bir riya referabndûmê û gor xala 141emîn a Makezagona Federal çareser bibe.

    4-Li Kurdistanê hewcedarî bi reform û jinûveavakirina siyasî, civakî, çandî, aborî heye. Divê Hikûmeta Kurdistanê reformçêker be.

    5-Wek serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêkê de diyar kir, divê bi gendalî re şer bidomîne.

    Kurdistanî hêvîdar in ku Hikûmeta Mesrûr Barzanî van karan bi lez bîne cîh..

     

    Amed, 19. 07. 2019

     

     

     

    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    ibrahim GÜÇLÜ PKK Û BAAS Û Yekîtiya Neteweyî / Apê Hesenê Bişar…
    Hamdi TEMEL Çevre katili olan sigara izmaritlerini yere atmayınız!
    MEHMET ÇET MESELE AĞAÇ DEĞİL HALA ANLAMADINIZ MI?
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK BOYACI
    Ahmet Beşenk BÊNAMÛSLARIN SAHTE HESAPLARI
    YILMAZ ACU HİZMET VE GÖNÜL İNSANI, DOÇ. DR. BAHRİ ÇAKABAY
    Ender AKYÜZ BORÇLUYUZ
    Nevzat Bingöl YENİ PARTİ, YENİ TÜRKİYE
    ZEKİ ÖZER BAĞLAR’DA ŞEFFAFLIK, SAĞLIKTA GİZEM…
    Yahya ERİKLİ Amsterdan sokakları Allah sizi cennetine davet ediyor
    Hasan NADİROĞLU /Şair Yazar İYAZ BİN GANEM
    İbrahim Evirgen DOÇENT MİLLİ EĞİTİM MÜDÜRÜ..
    Volkan Eser BAĞLAR’DAKİ İZLENİMİM
    Hamit Canseven KISSADAN HİSSE
    Ramazan Seykan 174’ncü yıldönümünüz kutlu olsun!!!
    Berat ASLAN Kalbimiz Diyarbekirspor’da
    MÜCAHİT CAN Ticaret ve Sanayi Odası Seçimi…
    NİHAT HATİPOĞLU Kur’an’da Hz. Adem’in yaratılışı
    Celal GÜNEY Alaadin Ustaya, yürek dolusu tebrikler
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • MEDYA AJANS, FİRMALARIN TANITIMINA ÖNEMLİ
  • Bilsem Ankara'ya Hazırlanıyor.
  • HİKMET BARAN, SON YOLCULUĞUNA DUALARLA
  • GÜÇSİYAD’DAN BAŞSAVCI YILMAZ'A ANLAMLI
  • Bağlar Belediyespor'dan milli takıma
  • DİYAR KABLO, GÜNEYDOĞU’NUN GURUR KAYNAĞI
  • Ergin'den 10 Aralık İnsan Hakları Günü'nde
  • DÜNYACA ÜNLÜ PSİKOLOGLAR, CEVHER SÖNMEZ VE
  • FOTO GALERİ Tümü

    • Komik Resimler

    • Manzara Resimleri

    • RASTGELE RESİMLER
    ÖZEL HABER
  • HİKMET BARAN, SON YOLCULUĞUNA DUALARLA UĞURLANDI
  • GÜÇSİYAD’DAN BAŞSAVCI YILMAZ'A ANLAMLI ZİYARET
  • Bağlar Belediyespor'dan milli takıma
  • DİYAR KABLO, GÜNEYDOĞU’NUN GURUR KAYNAĞI OLDU
  • DÜNYACA ÜNLÜ PSİKOLOGLAR, CEVHER SÖNMEZ VE KUNTER KURT
  • EN İYİ CAFE ÖDÜLÜ ‘KADİM KAFEYE’ VERİLDİ
  • Tıraş takımlarını alıp köy okullarının yolunu tuttu
  • DİYET MUTFAK İLE SAĞLIKLI BESLENME OLANAĞI
  • DÜNYACA ÜNLÜ PSİKOLOG CEVHER SÖNMEZ DİYARBAKIR’DA
  • Diyarbakır'da serpme kahvaltıda 'israf' tartışması
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Davos'un Arka Planı

    • Günün en çok izlenen komik video

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2019 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi