SON DAKİKA
Diyarbakır Selahattin Eyyubi Devlet Hastanesi’nde…
Fırat başkan ilk sözünü tuttu:…
İş İnsanı Saffet Çerçi’den Mübarek…
Diyarbakır bir değerini kaybetti! İhsan…
Qetlîama Roboskiyê : Tewana Mirovatiyê û Biryara Rûreşî/Ne Hiqûqî…Beriya vê du salan di 28. 11. 2011-an de bi bomabaran a belafiran li Roboskiyê 34 gûndiyên li Başûrê Kurdistanê kirînûfirotin dikin, hatin kûştin. Hîç şik tûne bû ku ev bûyera raste rast qetlîamek bû. Kurdan û dinyayê jî wûsa bi nav kir. Ev qetlîama cara yekem nebû ku li Kurdiatanê pêk tê. Li Kurditanê piştî salên 1919-an ku Serîhildana Koçgiriyê dest pê kiribû, gelek caran qetlîam pêk hatin. Di desthilatdariya Kemalîstan de ji bona ku miletê kurd bê tune kirin, qetlîam û valakirina Kurdistanê wek siyaset û metodek kolonyalîst ya gelek barbar û prîmîtîv hat pejirandin. Piştî salên 74-an jî kûştinên li Kurdiatanê pêk hatine ku hejmara wan sed hezar e, qetlîamek dom-dirêj û gelek plankirî ye. Qetlîama li Roboskiyê, ev qetlîma bi destên û bi biryara General Mûglali li sînorê Bakûrê Kurdistanê û Rojavayê Kuırdistanê li bajerok a Ozalpê pêk hatibû, gelek dişibiyan hev. Li Ozalpê jî 33 gûndî bi gullebaranî hatibûn kûştin. ***** Dema Qetlîama Roboskiyê pêk hat, çapemeniya Tirk rojekê qala qetlîamê nekir. Li wir diyar bû ku ev bûyera, bûyerek taybet e. Çapemenî ji bona ku dewletê û hikûmetê biparêze ev veşartina çê kiriye. Dema ku çapemeniya kurdan û dinyayê qal a qetlîamê kirin, çapemeniya Tirkan jî mecbûr bû, ku qala qetlîamê bike. Ev helwesta çapemeniya Tirkan, cara yekem nebû, ku helwestek wûsa li hemberî bûyerên li Kurdistanê tên qewimandin nîşan dide. ***** Dewletê diyar kir, ku grûbek PKKêyî xwestine ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakûrê Kurdistanê bibin, hatine bombaran kirin. Ev îdia wan jî ne însanî û ne hiqûqî bû. Lewra ew kesan PKKêyî bin jî, mafên dewletê tune bû, ku wan bikûje. Wezîfe û berpirsiyariya dewletê ew bû, ku wan kesan sax bigre û dadgeh bike. Lê dewletê wûsa nekir û taybetiya xwe ya kolonyalîst carek din nîşan dan. Ew kesan bombaran kir. ***** Qetlîama Roboskiyê carek din agir xistê dil û malên Kurdan û ew kesên xwediyê wîjdan yên ne kurd. Qetlîama Roboskiyê ji bona kurdan bû pirsek milî û civakî. Her kurdekî li dijî Qetlîama Roboskiyê serferberiyek milî dest pê kir. Qetlîam rûreş kir. Kurdan bi dengekî bilind daxwaz kirin ku sûcdarên qetlîamê bên ceze kirin. Hikûmet berpirsiyarên îdarî û leşkerî ji wezîfe bigre, hepis bike û dadgeh bike. Di heman dem de Hikûmet ji gel baxişandinê jî bixwaze. Serokleşker û Wezîrê Parastinê dev ji karên xwe berdin. Hezar mixabin hikûmet ji berpirsiyarên îdarî û leşkerî yên ku tewana mirovatî kiribûn û qetlîam pêk anîn bûn re xwedî derket. Got ku “em ji gel jî baxişandinê naxawazin”. Hikûmetê bes got ku “di derbarê bûyerê de lêpirsîna îdarî û cezayî dest pê kiriye.” Lê piştî demek diyar bû ku ji lêpirsîna îdarî tiştek derneketiye û her berpirsiyarekî îdarî û leşkerî li ciyê xwe ne. Wek qet tiştek nebûye, berpirsiyarên leşkerî û sivîl kar û berpirsiyariya xwe dimeşînin. Serokdozgerê Amedê di derbarê bûyerê de lêpirsînek şiklî dest pê kir. Piştî demekê biryara bêberpirsiyariya xwe da û dosyaya Qetlîama Roboskiyê şand Serekdozgerê Leşkerî. Gel û kurdan bi serekdozgerê sivîl bawer nedikir ku dê bigihîje encamek hiqûqî û wîjdanî. Dema ku dosya ya Qelîama Robsokiyê ji serekdozgerê leşkerî re hat şandin, baweriya kurdan bi tevayî şikest; ji vê lêpirsînê tu envcam dernakeve. Encama biryara serekdozgerê leşkerî ya duho hat diyar kirin jî, kurd carek din rast derxistin. Serekdozgerê Leşkerî biryar da ku ew kesên Kurdên Roboskiyê bombaran kirine û qetlîam pêk anîne, sûcdar nînin. Bes xeta hatiye kirin. Ev xeta jî gelek xwezayî ye. Hewce nîn e ku di derbarê wan de doz vebe. ***** Ev biryara Serkedozgerê Leşkerî jî carek din diyar kir ku dewleta heyî, dewleta kurdan nîn e. Dewlet, desthilatdariya hiqûqî jî naparêzê. Keyfî tevdigere. Ji bona dewletê qiymeta însanan û kurdan tune ye. Dewlet, dewletek kolonyalîst ya barbar e. Leşker jî, efendiyê dewletê ne. Helwesta hikûmetê bû sedem ku ev encama derkeve holê. Hikûmetê bi vê helwesta xwe diyar kir, ku ew jî wek hikûmetê kevn yên kemalîst tevdigere. Di bûyerên van rojên dawî de jî derket holê ku hikûmet bi kemalîzmê jahrdadayî bûye. Helwesta hikûmeta Partiyê AKê û hikûmetê din tune ye. Gelek aşkere ye ku ev biryara serekdozgerê leşkerî ne hiqûqî ye. Biryarek rûreşî û nemirovî ye. Bi vê biryarê hat diyar kirin ku ev dewleta dijminê miletê kurd e. Gelo kurdên çawa bi vê dewletê bawerî bînin? Yükleniyor...
|