SON DAKİKA
Diyarbakır Selahattin Eyyubi Devlet Hastanesi’nde…
Fırat başkan ilk sözünü tuttu:…
İş İnsanı Saffet Çerçi’den Mübarek…
Diyarbakır bir değerini kaybetti! İhsan…
Rêxistinên Bakûrê Kurdistanê: Li Hemberî Xeterîyên PKKê û Şerê Hûndir û Parçekirina Başûrê Kurdistanê Bê Deng İn…PKKê roja ku wek grubek biçûk derket holê, herkesekî ji xwe pirsiya ku “gelo hewcedarî li Bakûrê Kurdistanê bi van heye, an na?” Bersîv ew bû ku hewcedarî bi van tune ye. Ew gruba bi çêbûna xwe xeteriyek nîşan dida. Rastî jî di demek kurt de xeteriya wê grûbê derket holê. Wan hemû rêxistin û kategorî/grûbên cıvata Kurdistanê dijmin îlan kırin. Li hemberî rêxistinên Kurdistanê û civata Kurdistanê jî bi lezî dest bi êrişê kirin. Kurdperwer kûştin. Gelek kesên civata kurd kûştin. Ji bona ku eşîretekî bikin hevalên xwe, bi eşîretek din re hevaltî kirin. Pişt re jî vegeriyan ser ev eşîreta ku alîkarî ji wan re kiribû. Ew bi gelek navan hatin bang kirin. Lê “Apocitî” wek nav baş li wan dihat. Di nav wext û pêvajoyê de jî, vî navî şikil girt û naverokek qezenç kir. Loma ez îro jî, wan bi “Apocitî” binav dikim. Xeteriya PKKê di nav pêvajoyê de mezintir bû. PKKê li Bakûrê Kurdistanê bi hezaran kurdperwer (ji nav xwe û ji derveyî xwe) û kurd kûştin. Ji bona ku pêşiya çareseriya miletê kurd bigre xebat kir û nûha jî dike. Loma jî li dijî deweletbûna kurdan derdikeve û bi taybetî jî li dijî dewletbûna Başûrê Kurdistanê derdikeve. Dibêje: “dewleta ava bibe, dê bibe dewleta 2-emîn ya îsraîlê.” PKKê li beşên din jî, ji bona ku pêşiya dewletbûna kurdan bigre bi dewletên kolonyalîst re plan û projeyên qirêj dixe jiyanê. ***** Xeteriya PKKê li vê merhelaya stratejîk mezintir bûye. PKKê demek e ku bi taybetî piştî ku DAÎŞ pêşiya dewletbûna Başûrê Kurdistanê bigre, li dijî Serokê Kurdistanê, li dijî Hikûmeta Kurdistanê, li dijî partiyên siyasî yên Başûrê Kurdisatanê qempenyayek gele kreş û tarî û qirej dest pê kiriye. PKKê ew qempenya xwe pêştir bir. Got ku “bila Şengal bibe kantonek bi serê xwe û ji Kurdistanê veqete.” Piştî ku li hemberî ev siyaseta PKKê helwestek hişk ji desthilatdariya Kurdistanê de hat diyar kirin, gav paşve avêtin. Lê dîsa jî ji ew helwesta xwe dev bernedan. Ev car bi rêya Duran Kalkan parçebûna Kurdistanê xwestin û ji bona şerê hûndir yê birakûjiyê jî propaganda kirin. Baş tê zanîn ku dema ku piştî Şerê Kendavê (Korfezê) jî, ji bona ku dewletên dagirker û kolonyalîst herêma azad têk bibin, bi destê PKKê gelek caran êriş organîze kiribûn. Ew di wan êrîşên xwe de bi serneketibûn. ***** Dema ku li Başûrê Kurdistanê di ev dema dawî de kêr hat li hestî sekinî, Serokê Kurdistanê mecbûr bû ku di derbarê xeteriya parçekirina Kurdistanê û şerê birakûjiyê de bala Gelê Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê, Partiyên Siyasî yên Kurdistanê bikşîne ser vê mijarê girîng. Daxuyaniya Serokê Kurdistanê di heman dem de ji tevayî Kurdistaniyan û rêxistinên Kurdistanê yên hemû beşan re bû jî. Lewra Serokê Kurdistanê xeteriyek mezin dianî ser zimên. Diviya bû ku hemû rêxistinên Kurdistanê jî li hemeberî vê xeteriyê helwestek hevbeş û xûrt nîşan bidin.” ***** Piştî ku Min û Kek Zahîd Bozarslan, me dît ku partiyên Bakûrê Kurdistanê, helwestek hevbeş nîşan nedan, me biryar da ku bi rêxistinên siyasî û sıwîl yên Bakûrê Kurdistanê re danûstandin bikin û bîrûreyên xwe bi wan re parve bikin û ji wan daxwaz bikin ku li hemberî xeteriyên li Başûrê Kurdistanê helwestek hevbeş diyar bikin û li dijî van xeteriyan çalakiyên xûrt bimeşînin. Lewra em her dem beşdarî çalakiyên wan dibin û piştgiriya wan dikin. Wê demê maf û wezîfa me jî heye ku em pêşniyaran ji wan re bibin. Me, ji bona danûstandin û pêşniyar pêşkêş kirinê, di 18ê Nîsna a 2015-an de biryar da. Me bi piralî mijar şirove kir. Rêxistinên em pê re danûstandin bikin, me tespît kir. Me, girêdayî vê biryarê bi lezûbez bi gor şertan bi dorê bi PAKê, bi HAK-*PARê, bi PDK-Bakûr, bi KADEPê, bi Komeleyas Tevgera Cıwanên Kurdistanê, bi ÇIRAyê, bi ÇARPELê û bi kes û hewidrdorên siyasî re danûstandin kir. Me xwest ku bi PDKTê re jî danûstandin bikin. Serokê Wan nexwest ku bi me re danûstandin bike. Me got ku dema hemû rêxistin bên cem hev, dê bangî wan jî bikin. Me di danûstandina da ev mijaran diyar kir: 1-Serokê Kurdistanê kesekî berpirsiyarekî bilind e û cidî ye û bi kelecanî tevnagere. Loma jî daxuyaniya Serokê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ji du xeteriyan qal dike û bala her dezgehî û kesî Kurdistanê dikşîne û bang dike. Banga wî bes ji bona kes, dezgeh û rêxistinên Başûrê Kurdistanê nîne, ji bona Bakûrê Kurdistanê yanî ji bona me ye jî. 2-Ev xeteriyên li Başûrê Kurdistanê nû neqewîne. Ew xeteriyan demek dirêje ku hene. Lê wusa diyar e ku ew xeteriyan mezintir û rojanetir bûne ku Serokê Kurdistanê mecbûr bûye ku vê bangê belav bike. Bala hemû Kurdistaniyan û rêzxistinên wan bikşîne. 3-Ev xeteriyan bi destê PKKê, beşek kesên YNK çê dibin. Dewleta kolonyalîst ya Îranê û hevalbendên wê jî, bes piştgiriyê nakin, raste rast xwewdiyê ev plana qirêj in.. 4-Dewletên kolonyalîst ji bona ku pêşiya dewletbûna Başûrê Kurdistanê bigrin, şer û êrişa DAÎŞê organîze kirin. Nikarîn bi vî şerî pêşiya dewletbûna Kurdan bigrin, nûha dixwazin plana xwe ya duyemîn bixin rojevê. 5-Heger desthilatdariya û partiyên Başûrê Kurdistanê hevbeş û yekrêz bin, dikarin gelek bir rehetî zora PKKê û piştgirên wan bibin. Xeteriya mezin eww e ku beşek YNKê jî piştgirê wan in. Divê pêşiya vê bê girtin û bala YNKê bê kişandin. YNKê ji PKKê bê dûr xistin. 6-Divê partiyên Bakûrê Kurdistanê bên cem hevûdu li ser vê mijarê tîfaq bikin, pêşengî ji rêxistinên sivîl û gel re bikin ku li hemberî vê xeteriyê derkevin. 7-Divê partiyên me lez bikin û bi hemû hêza xwe beşdarî vê xebatê bibin. 8-Divê di destpêkê de li ser manîfestoyekê li hev bikin. Mijar û karên bikin zelal bikin. Bi girseyî ji gel û raya giştî re vê manîfestoyê diyar bikin. Ji bona ku gel bê şiyar kirin bala hevalbendên PKKê yên dilsoz bê kişandin, panel, konferans, semûîner bên li darxistin. Heger şert pêk hatin xwepêşendanekê li darxin. 9-Ev pêşniyarên me ne. Lê hûnê nexşerêya xwe bi xwe tespît bikin. 10-Em jî, bi her avayî amade ne ku ji we re bibin piştgir. ***** Di danûstandinên me de, berpirsiyarên hemû partî û rêxistinên sivîl ji me re sipas kirin. Wan jî got ku “em jî daxuyaniya Serokê Kurdistanê dişopînin. Em jî di wê baweriyê de ne ku li Başûrê Kurdistanê xeteriyek heye. Heger Serokê Kurdistanê rewşekî ecîl û xeter nebibûya, ev daxuyaniya û an jî nameya hewce nedidît. We zêdetir bala me kişand se mijare. Emê di organên xwe de vê mijarê gengeşî bikin bigihîjin biryarê. Dûr nîne ku emê bi hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê re bên cem hev. Emê siyasetek û stratejiyek hevbeş tespît bikin. Xebatên bên kirin yanî nexşerêya xwe diyar bikin.” ***** Hezar mixabin di ser danûstandinên me re 17 roj derbasbûye, rêxistinên me hewildanek nekirine. Nehatine cem hev. Di derbarê vê mijar û pirsê de agadariyek jî neda me. ***** Gorî baweriya min, li Başûrê Kurdistanê xeterî hîn dom dike. Lê rewşa baş û xweş ew e ku Serokê Kurdistanê piştî daxuyanî û nameya xwe, hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê, civatên kêmneteweyan, bangî civîne kir. Di civînê de biryarên hevbeş li hemeberî xeteriyên li Kurdistanê qewimîne wergirtin. Ew biryaran, bi daxuyaniyekê jî, ji raya giştî re diyar kirin. ***** Daxuyaniya civîna Serok Barzanî ya li gel hêzên Kurdistanê Bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna birêz Kosret Resûl Elî Cîgirê Serok roja dûşem 20.04.2015 li Selahedîn bi mebesta raguherîn û duvdaçûn û şîret kirina pirsên niha yên Herêma Kurdistanê civîna hêzên Kurdistaniyan birêveçû. Amed, 04. 05. 2015
Yükleniyor...
|