Bugün: 06 Temmuz 2025 Pazar
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Hazro Halkına Müjde: Hazro Devlet…
    Demirok’tan Anlamlı Aşure Günü Mesajı:…
    Beğde: “Aşure, Geçmişle Gelecek Arasında…

    Vîrusakoronayê û Globalîzm…

    03 Nisan 2020, 00:39
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com

     

    Îbrahîm GUÇLU

    (ibrahimguclu21@gmail.com)

     

    Vîrusakoronayê di dawiya sala 2019an de li Çînê dest pê kir. Di destpêkê de gelek dewletan wusa fikirîn ku vîrusakoronayê nayê welatê wan. Tehluke biçûk dîtin. Gotin ku “ev vîrusa dê bi Çînê bê sînor kirin.” Lewma jî, ji bona ku pêşiya vîrusê bigrin xebat nekirin, ji bona hemwelatiyên xwe xeteriyeke mezin qewimandin.

    Diyar e ku Emerîka wek dewletekle emperyal û super, Engilîstan li hemberî vîrusê ji ezmûnê derbas nebûn. Engilîstanê piştî ku vîrus hat welatên wan jî, hezar mixabin gor baweriya minsiyasete qirkirina însanan pêşî pejirand. Ew tewaneke mirovatî bû. Got ku “ev nexweşiya, nexweşiya temenzêdê ye. Loma jî divê em vîrusê azad bihêlin. Encam dê ji bona me baştir be. Lê dema ku dîtin ciwan û berpirsiyarên dewletê jî, serokwezîr û wezîr jî; nexweş ketin, wê demê siyaseta xwe guhertin.

    Vîrusakoronayê di sala 2020an de bi taybetî jî di meha Adarê de li hemû dinyayê belav bû. Boniya mirovatî bû xeteriyeke mezin. Wê demê Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê (RTD) îlan kir ku “ev vîrusa pandemî/navneteweyî ye. Divê hwemû dewlet tevbigerin û ji hev re alîkar bin.”

    Dema ku vîrus li hemû dinyayê belav bû çend mijarên girîng hatin rojevê. Mijara girîngtir ya hatiye rojevê û derkete pêş jî, Globalîzm e.

    Ez dixwazim van mijiran analîz bikim.

    Gelek lêkolîner di wê baweriyê de ne ku “dinya nexweş e, xwezayî nexweş e, gezegen nexweş e. Di encamê de şik tuna ye însan jî nexweşiyê in.”

    Lewma divê mirovatî û dewlet xwezayîyê biparêzin, avê biparêzin, daristana biparêzin û zê de bikin.

    Yekemîn mijar, derket xolê ku çanda xwarin û tenduristiya însanan problemekî mezin e. Bi taybetî jî însanên welatên seyemîn di vê pirsê de xwediyê pirsgirêkeke mezin in. Divê ku çanda xwarin û babeta jiyanê bê guhertin.

    Duyemîn mijar,  derket holê ku sîstema tenduristî ya dewletan ji bona ku pêşiya vîrus bigre organîzekirî nînin û têrê nakin. Ew dewletan, dewletên paşvemayî û dewletê pêşdikevî nînin. Dewletên emparyalîst jî û bi taybetî jî dewleta mezintirîn emperyalîst û super Emerîka jî li hemberî vîrûsê eciz e.

    Vê encamê jî siyaseta dewletan ya tendurîstî anî rojevê. Ew niqaşeya dom dike. Ez jî dibêjim ku dewletên emperyalîst û hemû dewletan ji bona çekan zêde meserîf kirin, loma jî tenduristaya gelên xwe nefikirîn. Sîstemên xurt yên tenduristî ava nekirin.

    Di hemandem de derket holê ku ji bona dewletan însan xwediyê qiymeteke bilind nînin.  Xebat ji bona însanan ne û ji bona ku dewlet xurt bibin tên meşandin.

    Ev pirsgirêke, ji berê ve pirsgirêkek girîng e. Ev yeka taybetî ji bona dewletên otorîter, faşîst, totalîter wek nexweşiyeke mezin dihat tespît kirin. Girêdayî vîrusakoronayê derket holê ku dewletên ji bona xwe dibêjin “em demokrat in”, an jî wûsa tên terîf kirin jî, qiymet nedana însanan.

    Ev wek pirsgirêke mezin ya mirovetî diyar dike. Di demên pêşî de ev mijara jî dê ji bona dewletan bibe pirsgirêkeke girîng.

    Divê baş bê zanîn ku piştî ku dinya ji vîrusê xelas bû, ev mijara dê bibe stratejîk û bê minaqeşe kirin. Lewra dema ku dewletek zêde çek biafirîne, divê ku wan çekan bifroşe dewletên din jî. Ji bona ku dewletên din jî çekan bikirin, divê ewlewiya wan di bin xeteriyê de be, şer hebin. Loma jî ev siyaseta çek afirandin û mesrîfên mezin ji bona arteşan/leşkerî veqetandin, dibe sedema şerên dijwar.

    Li hemberî neteweya kurd Dewleta Tirk, Sûriye, Iraq, Îran  şera didomînin. Loma divê zêdê pere bidin çekan.

    Li Rojhilata Navîn û li dinyayê  herêmên din jî loma şer didomînin.

    Lê hîç şik tune ye ku ev vîrûsa dê serê dewletan, berpirsiyarên wan, serok û hikûmetên wan dê gelek biêşîne.

    Piştî vîrûsê derket holê ku platform û rêxistin û yekıtiyên navneteweyî jî xizmetî tenduristiya însanan nakin.

    Beriya her mijarekê, sîstemeke tendurîstî ya navneteweyî û global jî tune ye ku xizmetî tenduristiya însanan bike. Bes Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê (RTDê) heye. Ew jî ne xurt e, bê îmkan û bê fonsîyon e.

    Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li hemberî vîrûsê siyasetek nikarî tespît bike, Ew yekîtiya ji bona hemû neteweyên seyemîn wek hêviyeke dihat terîf kirin, nikarî ji endamên xwe re, ji Îspanyayê, îtalyayê,Fransayê, Engilîstanê û dewletên din re alîkarî bike.

    Ez di wê baweriyaê de me ku piştî vîrusakoronayê hebûn û nebûna YE dê bê qada niqaşeyê. Beşek berpirsiyarên YE jî di wê baweriyê de ne.

    Neteweyên Yekgirtî (NY),  platfotrma mezintir ya dewletan e. NYê, Di pirsa vîrusê de biryarek nikarî bigre. Bawer dikim ku piştî vîrusê NY jî dê wek yekîtî û dezgeheke nevnateweyî niqaşe bibe, jinûve avakirina wê dê bê rojevê.

    Ji aliyê din de dihat gotin ku piştî şerê sar (1989) ku bi xirabûna Duwarê Berlînê wek mîlad tê qebûlkirin, globalîzm dê pêk bê û êdî dinya malek e. Lê piştî vîrusê derket holê ku globalîzm pêk nehatiye û navneteweyîbûn jî derew e.

    Qewimandin nîşan dide ku piştî zora vîrus hat, globalîzm dê ji gelek aliyan de bê rojevê. Globalîzm ji aliyê naverok û çarçeweyê de dê dîsa jinûve bê terîf kirin.

    Hîç şik tune ye ku piştî vîrusakoronayê dinyayeke nû dê ava bibe. Ew dinya divê zêdetir xizmetî berjewendiya însana û tendûristaia însana bike.

    Lê li dinyaya nû jî diyar e ku dewletên milî dê dom bikin. Lê dewletê milî bi ev qerekter û naverokên xwe yên heyî nikarin bidomînin. Ew dewletan divê xwe biguherînin û ji bona ku xizmetî însanan bikin xwe ji nûve ava bikin.

     Neteweya kurd jî dê ji bona dewleta xwe ya milî têkoşîn bide, ji dewletên kolonyalîst û dinyayê mafên xwe bi awayekî radîqaldaxwaz bike.

     

    Diyarbekîr, 03. 04. 2020

    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    YILMAZ ACU Değerli Aydoğan Ahıakın’a Teşekkür ederim
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Hazro Halkına Müjde: Hazro Devlet
  • Bozkuş’dan Mübarek Aşure Günü Mesajı
  • Demirok’tan Anlamlı Aşure Günü Mesajı:
  • Beğde: “Aşure, Geçmişle Gelecek Arasında
  • Ergin: “Kerbela’dan Aşure’ye: Acının
  • Tosunlu: “Aşure, Farklılıkların Huzurla
  • Meşhur Paçacı Esat Usta: “Aşure, Geçmişle
  • Yağmur: “Aşure, Vefanın, Birliğin ve
  • FOTO GALERİ Tümü

    • RASTGELE RESİMLER

    • Komik Resimler

    • Manzara Resimleri
    ÖZEL HABER
  • Çermik Belediye Başkanı Şehmus Karamehmetoğlu: “Aşure,
  • Çüngüş Belediye Başkanı Ali Suat Akmeşe: “Bu Gün, Hem
  • Taksi içinde işlenen gasp suçuna emsal karar
  • Kardelen Hareketi'nden "İklim Kanunu" Eleştirisi: "Yeni Bir Dini
  • Muhyettin Ateş’ten Zafer Partisi’ne Şeyh Said Tepkisi:
  • Çermik Belediye Başkanı Karamehmetoğlu’ndan Peygamber
  • Başkan Akmeşe’den Peygamber Efendimize Yapılan Saygısızlığa
  • Diyarbakır’da Örnek Dayanışma: Sivil Toplum Temsilcilerinden
  • Diyarbakır Bağlar’da yürüyüş! 3 gün nöbet tutacaklar
  • Delidolu ve Kan Ailelerinin Muhteşem Düğünü
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Günün en çok izlenen komik video

    • Davos'un Arka Planı

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2025 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi