Bugün: 08 Ekim 2025 Çarşamba
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Diyarbakırlı Esnaflar Kaldırım, ve Asfalt…
    Hasan Doğan: “Ne tehdide ne…
    Hazro Belediye Başkanı Fuat Mehmetoğlu:…
    Çüngüş’te Bağ Bozumu ve Nar…

    Darbeya Hilbijartinê: Bi CHPê Da Qezençkirin, Bi PKK/HDPê Da Wenda Kirin…

    05 Nisan 2019, 20:54
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com

    Îbrahîm GUÇLU

    (ibrahimguclu21@gmail.com)

     

    Li Tirkiyeyê hilbijartina herêmî di 31ê Adara 2019an de pêk hatin. Wek her dem min nivîsand, ev hilbijartina taybet bû. Hîn encamên dawî nehatine diyar kirin. Li ser encaman gengeşiyên gelek zêde hene. Bi taybetî jî li encamên Stenbolê gengeşiyeke mezin û şerekî hiqûqî heye. Heger îtirazên hiqûqî yên ji aliyên Ak Partiyê de hatine kirin rast derkevin, diyar e ku dê pirsgirêkên mezin bîne holê.

    Lê dîsa jî gor rewşa heyî û gor encamên hîn ne fermî û dawî ezê di derbarê hilbijartinên herêmî de nerîn û şiroveya xwe pêşkêş bikim.

    Partiyên dewletê û sîstemê, hem bi tîfaqan û hem jî li ser navên xwe beşdarî hilbijartinan bûn.

    Du tifaq beşdarî hilbijartina herêmî bûn. Tifaqa yekemîn,, “Tifaqa Cûmhûr” bu. Tifaqa duyemîn jî, “Tifaqa Milet” bû. Tifaqa Cûmhûr, ji aliyê Ak Partiyê û MHPê ve; Tifaqa Milet jî, ji aliyê CHPê û Partiya Baş ve ava bûye. Lê PKK/HDP li metropolan piştgirê Tîfaqa Milet bû. Heta mirov dikare bibêje ku PKK/HDP endamekî dizî yê Tifaqa Milet bû. Dîsa PKK/HDP li Rihey û li Semsûrê ji Partiya Saadet re, li Entebê jî ji DSPê re piştgir bû.

    PKK/HDP, li metropolê bû mifte di destê Kemalîstan û CHPê de ku CHPê deriyê nedikarî tê re derbas bibin derbas bûn.

    Piştgiriya PKK/HDPê li metropolê hilbijartinê gûhert. Ew gor baweriya min darbeyeke kemalîstan bû.

    Lê ev cara yekemîn nîne ku bi riya PKK/HDPê ev darbeya tê kirin. Kemalîstan, di hilbijartinên giştî de jî eynî siyaset û encam xwestin bigrin, lê bi serneketin.

    Loma jî ez dibêjim ku ew yeka piştgiriyeke xwezayî nîne darbeyeke hilbijartinê ya kemalîstan ya gelek bi plan e.

    Di hilbijartinên giştî de ji bona ku AK Partî ji hikûmetê bê dûrxistin, diviya bû ku PKK/HDPê ji bendê derbas be. Loma jî CHPê beşek deng gelek aşkere da PKK/HDPê. PKK/HDPê jî ji bona ku AK Partî di hilbijartina herêmî de  wenda bike, deng da CHPê û Tifaqa Milet.

    Her çiqas Tifaqa Milet û CHPê vê yekê înkar jî bikin, PKK/HDP vê yekê gelek aşkere diyar dikin. PKK/HDPyî dibêjin kum e 5 qeyûm tayinî 5 bajaran kiriye. Di heman dem de ji daxuyaniyên PKK/HDPê derdikeve holê ku di navbeyna wan û Tifaqa Milet de bazariyeke dizî heye.

    Li Tirkiyeyê şert û zurufên Kemalîstan tune ye ku bi destên leşkeran darbe çê bikin, nûha jî bi riya PKk/HDPê darbeya hilbijartinê çê dikin. Lewra ji derveyî darbeyan desthilatdar û hikûmetbûna CHPê mimkun nîne.

    Di destpêkê de divê ez mijarekê din zelal bikim. PKK/HDP ji bona li rojava li bajarên metropolê deng dane Tigfaqa Milet û CHPê, dibêjin ku “siyaseta înkarkirin û tunekirina kurd wenda kir.”  Ew jî Ak Partiyê û Tifaqa Cûmhûr e. Ev manîpulasyoneke mezin e. Lewra gelek aşkere ye ku herdu tifaq jî siyaseta dewletê ya di derbarê kurdan de dimeşînin. Dagirkeriya û kolonuyalîzma li Kurdistanê diparêzin. Ji bona ku kurd nebin dewlet û ji bona pêşiya neteweya kurd mafên xwe yên milî di çerçeweya mafê çarenivîsê de qezenç bike, xwediyê stratejiyekê ne.

    Heger wek partî mirov dikare bibêje ku AK Partiyê di derbarê kurdan de gav avêtine. Ev gavan jî ji aliyê kurdan û reya giştî de tên zanîn. CHP ji bona neteweya kurd tê wateya qetlîaman.

    Di hilbijartina herêmî de çibû û çi encam derketin holê?

    Di hilbijartinê de: Ak Partiyê ji % 44.33, CHPê ji % 30.12, Partiya Baş %7.5, MHPê ji %7.31,  HDPê ji %4.2 deng wergirt. Tifaqa Cûmhûr ji % 51.7, Tifaqa Milet ji 37.5 deng girt. Ev hejmaran derdixin holê ku Tifaqa Cûmhûr ji aliyê dengan ve hilbijartin qezenç kiriye.

    Heger darbaya PKK/HDPê nebûya CHPê li bajarên metropolê nedikarî qezenç bike. CHPê bi piştgiriya PKK/HDPê Enqere, Edene, Mersîn, Antalya, li gelek bajerokên hilbijartin qezenç kir. Lİ Stenbolê jî bû alternatîf. Bi Ak Partiyê re serî dikşîne.Dengên xwe bilind kir.

    PKK/HDP ji bona berjewendiya kurdan piştgiriya CHPê/Kemalîstan nekir. Ji bona ku zora AK Partiyê bibe deng da CHPê. Got “dema ku CHPê qezenç bike operasyonê dewletê û hikûmetê yên li hemberî wan dê kêm bibe.” Ew hesabekî şaş e. Lewra hilbijartina herêmî dê hikûmetê û desthilatdariya dewletê nikare biguhere. AK Partî û Tifaqa Cumhûr hîn 4 sal 6 mehên din li ser hikûmetê ne. Ew siyaseta PKK/HDPê dibe sedem ku li hemberî wan operasyon xûrttir bibin.

    AK Partiyê li metropolê şaredarî wenda kir, lê piraniya bajaran û bajerokan qezenç kir, dengên wê zêde kêm nebû. Li Kurdistanê qezenç kir. Li Kurdistanê piraniya bajar û bajetokan şaredarî qezenç kir. Ak Partiyê bi taybetî jî beşek şaredariyên di destê PKK/HDPê de qezenç kir: Agrî, Şirnax, Mûş, Bedlîs. Bajarên ku PKK/HDPê lê qezençkirî jî gelek bajerok qezenç kir.

     

    KURDAN DERSEKE MEZIN DAN PKK/HDP’Ê…

     

    PKK/HDP, li metropolê bi CHPê da qezenç kirin û bi AK Partiyê  da wenda kirin. Lê bi AK Partiyê li  Kurdistanê da qezenç kirin.

    Bi xwe jî wenda kir. 4 bajar teslîmî AK Partiyê kir. Ev bajaran: Agrî, Mûş, Şirnax, Bedlîs in. Li bajarên PKK/HDPê şaredarî qezenç kirî jî, li gelek bajerokan AK Partiyê qezenç kir.

    Li Mersînê Şaredariya Akdenizê wenda kir, Ak Partiyê qezenç kir.

    Li Dersîmê PKK/HDPê namzetê TKPê bi kûştinê  tehdît kir, lê gel ev tehdîdan bertaraf kir Dersîm ji destê PKK/HDPê girt, teslîmî TKPê kir.

    PKK/HDP di encamê de nivî şaredariyan li Kurdistanê wenda kir.

    Gelek sedemên wendakirina PKK/HDPê hene.

    Sedema yekemîn: Kurd êdî fahm dikin ku PKK/HDP partiya kurdan û Kurdistanê nîne. Projeyeke dewletê ye. Projeyeke operasyonel e li dijî Tevgera Kurdistanê û neteweya kurd. Aparata dewletê ye. Ji bona tunekirina kurdan projeyek e.

    Sedema duyemîn: Bi şerê xendekan ku şerê wekaletê bû, bi berjewendiya kurdan re tu eleqeya wê tune bû, ji bona qetilkirina û wîrankirina bajarê kurdan bû. Ev yeka  ji aliyê kurdan hat fahm kirin.

    Şerê xendekan li dijî îradeya gel darebeyeke çekdar ya çeteyî bû jî.

    Sedema seyemîn: Gel fahm kir ku eleqeya PKK/HDPê bi şaredariyê re tune ye. Ew karê şaredariyê nakin. Ew li ser pişta kurdan temsîla kurdan ne, temsîla dewletan dikin.

    Sedema çaremîn: Gel fahm dike ku PKK li hemû beşên Kurdistanê xeter e, li dijî dewletbûna kurdan e. Dixwaze ku dewleta federe ya Kurdistanê ji holê rake.

    Sedema pêncemîn: Gel fahm kir ku PKK di destên dewletê kolonyalîst de maşa ye. Xizmetî dewletê kolonyalîst dike.

    Sedema şeşemîn: Gel fahm kir ku PKK ji neteweya kurd re dijminan zêde dike.

     Sedema heftemîn: Kêmbûna bandor û zora çekdarên PKKê li herêman li ser gel e. Loma jî diyar e ku dewletê ji operasyonê qezenç dike, PKKê dê bibe sedem ku li Kurdistanê operasyon dom bikin. Ciwanên Kurdistanê bên kûştin û bên hepis kirin.

    Sedema heştemîn: Dengdarên PKK/HDPê yên li Kurdistanê ji siyaseta wan ya li metropolê ku piştgiriya Tifaqa Milet û CHPê kirî memnun nebû.

     

    Amed, 05. 04. 2019

     

    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    YILMAZ ACU BİR İNSANLIK ABİDESİNE VEDA: MERHUM FERİT BORA
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Diyarbakırlı Esnaflar Kaldırım ve Asfalt
  • Hasan Doğan: “Ne tehdide ne şantaja boyun
  • Hazro Belediye Başkanı Fuat Mehmetoğlu:
  • Çüngüş’te Bağ Bozumu ve Nar Festivali
  • Soğuk algınlığı şikayetleri arttı,
  • Başkan Ali Erdem: ‘Gazze’nin
  • Diyarbakır’da Akboz Siemens Dualarla Açıldı
  • Yeniden Refah Partisi Diyarbakır İl
  • FOTO GALERİ Tümü

    • RASTGELE RESİMLER

    • Komik Resimler

    • Manzara Resimleri
    ÖZEL HABER
  • Soğuk algınlığı şikayetleri arttı, vatandaşlar şifalı
  • Bağlar’da kaçak hayvan kesimine büyük darbe: 23 iş yeri
  • Acil Tıp Uzmanı Dr. Ayhan Tabur’un Görev Aşkı Takdir Topluyor
  • CHP Silvan İlçe Kongresi 29 Eylül’de Yapılacak
  • Diyarbakırlı duyarlı iş adamı Bozkuş, öğrencileri unutmadı
  • Havalimanında Unutulan Eşyalar Diyarbakır’da Vatandaşlarla
  • Muş’tan Diyarbakır’a Uzanan Mutluluk
  • Feyza Tekidi, Yılmaz Atalay ile dünyaevine girdi
  • Diyarbakır’da Okul Kıyafeti Tartışması: “Bizi Hedef
  • Tosunlu 'dan İsrail’e Sert Tepki: “İnsanlık Suçu İşleniyor,
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Günün en çok izlenen komik video

    • Davos'un Arka Planı

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2025 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi