Bugün: 11 Ocak 2026 Pazar
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Şeyhmus Kaval Güven Tazeledi:Hurda­cılar,Tüpgaz Bayiileri…
    Fahrettin Gülmüş Güven Tazeledi: Bakkallar,…
    Bismil Şoförler ve Otomobilciler Odası…
    Bismil Esnaf Odası’nda Demokratik Seçim:…

    Divê her kurdek her sala serokê civakî û milî Seîd Elçî bibîrbîne…

    06 Haziran 2020, 19:39
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com

    Îbrahîm GUÇLU

    (ibrahimguclu21@gmail.com)

     

    Seîd Elçî û hevalên wî beriya 49 salan di 31.05.1971an de ji aliyê Dr. Şivan û hevalên wî de hatin qetil kirin û şehîd bûn.

    Seîd Elçî, dozgerê doza Kurd û Kurdistanê bû.

    Ew serokekî civakî û neteweyî bû.

    Ew lehengê Doza 49an (1959) û Doza 23’an (1963) bû. Ew li hemberî dadgehên dewleta kolonyalîst bê tirs bû. Wek serokekî tevdigeriya.

    Ew şoperê Serokê Efsanewî Mele Mistefa Barzanî bû. Ew şoperê Kurdistana serbixwe bû. Loma jî her demê piştgirê Tevgera Rizgarîxwaz ya Başûrê Kurdistanê bû.

    Wî, li Bakûrê Kurdistanê di sala 1965an de di dema tarî û tirs de ku kesî nedikarî ji kurdbûnê qal bike û kurdî qise bike,  rûpeleke dîrokû vekir. Wî, bi 4 hevalên xwe ve Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDKTê)  ava kir.

    Dema di sala 1968an de di Doza PDKTê de hat darizandin jî, wek serokekî û lehengekî neteweyî li ber xwe da. Doza neteweya kurd û Kurdistanê bi egîdî parast. Wê demê Dr. Şivan gotibû ku “em bi te serbilind in”.

    Ew welatparêz û netewehez bû. Ew ji bona ku mirovê dozê bû, ji bona wî hiyerarşiya partiyê ne girîng bû. Xebat û têkoşîn ji bona wî girîng bû. Loma jî dema ku Parêzer Faîq Bûcak biryar da ku bibe endamê PDKTê, wî ciyê xwe da Faîq Bûcak û ew bû serokê giştî yê PDKTê.

    Wî di hemandem de dema ku dît ku Dr. Şivan dê “hîn zêdetir fêde bigihîne Doza Kurd û Kurdistanê” xwest ku ciyê xwe bide wî. Hezar mixabin Dr. Şivan jî, ji wî re xiyanetî kir.

    Mirovê Doza Kurdistanê şehîd Seîd Elçî demekê dibe endamê Partiya Demokrat ya Tirkan. Li Çewlikê jî dibe berpirsiyarê partiyê. Lê dema ku carekê di civînekê de Celal Bayar Seîd Elçî guhdar dike, biryara xwe dide ku ev kesa Kurdparêz e û li hemberî Tirkan jî kîndar e.

    Loma jî piştî demekê pêwendiyên wî Partiya Demokrat diqete û ew ji endamtiya Partiya Demokrat derdikeve.

     Ji aliyê Partiya Demokrat de jî ew bi îdiaya ku Kurdistanê ava bike, di sala 1959an de bi 50 hevalên xwe ve tê girtin û tê hepis kirin. Bi xala îdamê ya Qanûna Sizayê  tê darizandin.

    Seîd Elçî, piştî wan salan tu wext nafikire ku di nav partiyên Tirkan de kar bike. Her dem di aqlê wî de avakirina partiya Kurdistanî heye. Ew armanca xwe di sala 1965an de pêk tîne. Encama xebateke dûr dirêj di nav kesên xwendevan yên Bakûrê Kurdistanê de zêde kesî nabîne, bi 4 hevalên xwe ve PDKTê ava dike.

    Her dem him ji aliyê malbatî de, him ji aliyê eşîretî de, him jî ji aliyê siyasî derfeta wî hebû ye ku bibe mebûs, lê ji bona ku aşiqê doza Kurdistanê ye; tu wext nafikirê ku ew bibe mebûs.

    Ew amadekarê Xwepêşandanên Kurdistanê (1967-69-Doğu Mitingleri) bû û axevtevanên bi navûdeng yên wan xwepêşandanan bû.

    Wek min jî nivîsandiye nêrînên Celal Bayar yên di derbarê wî de gelek balkêş in. Ew jî dibêje ku ew “kesekî kîndar e.” Ew li hemberî dewleta kolonyalîst ji bona qetlîamên wê “kîndar” bû. Ew kesekî mirovhez bû.

    Lê ew ji aliyê ew kesên pê re qedera xwe kiribû yek û dê bi hev re di rêya neteweyî de bimeşîyan, ew kesên wî dost û hevalên xwe dizanî, ew bi hevalên xwe ve hatin qetil kirin û şehîd bûn.

    Dr. Şivan û hevalên wî, Seîd Elçî û hevalên wî encama îxtîras û xirsên xwe yên siyasî kûştin û qetil kirin.

    Lê hezar mixabin piştî şehîdbûna Seîd Elçî kurdan, ji bona ku xirabiya Dr. Şivan dernekeve  holê bibîrneanîn.

    Beriya 4 salan di derbarê Seîd Elçî û hevalên wî de piştî şehîdbûna wan 45 salan civîneke bîranîne ji aliyê PDK-Bakur de hat li darxistin. Gor baweriya min e w civîna girîng bû. Ez jî di wê civînê de axevtevan bûm.

    Min di axevtina xwe de vekirî Dr. Şivan û hevalên wî çewa Serokê neteweyî û civakî Seîd Elçî û hevalên wî kûştine, min qal kir. Ji belgeyê mijarê bi devkî pêş kir.

    Şivanparêz dixwazin ku rastiyê veşêrînin. Divê em îzn nedin wan û nekvin feqa wan.

    Doza Seîd Elçî û Hevalên wî, dozeke milî ye. Divê her kurdek ji vê dozê re xwedî derkeve.

    Divê her kurdek her sal serokê civakî û neteweyî Seîd Elçî wek serokên neteweyî yên din, Serok Şêx Seîd Efendiyê Pîranî,  Xalid Beg, Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Mehmûd Berzencî, serokên din yên netweyî bibîrbîne. Doza wî ya neteweyî biparêze. 

    Beşek kurd dixwazin ku ji bona xirabiya Dr. Şivan bê veşartın, Seîd Elçî dixwazin bidin bîra kirin. Divê em kurd îzin nedin vê xirabiyê.

    Serokê neteweyî û civakî  Seîd Elçî dema PDKTê avakır, gelek kes û Dr.. Şivan di himbêza Kemalîstan de bûn.

    Beşek kurd, ji bona ku xirabiya Dr.Şivan veşerînin, Serok Mele Mistefa Barzanî, rêvebiriya otonomiyê dixwazin sûcdar bikin. Ev lîstikeke gelek xerab e. Ev siyaseta dê xizmetî siyaseta dewletên dagir bike ku dixwazin malbata Barzaniyan û Dewleta Federe ya Kurdistanê tasfiye bikin. Divê kurd îzin nedin vê yekê.

     

    Lobiya parazvan a Dr. Şivan, dixwazin ku otonomî û dewleta federal ya Kurdistanê bikin qûrbanê xirabiya Dr.Şıvan. Ew helwesta bi serê xwe xirabiyeke mezin e. Divê kurd îzin nedin vê siyasetê jî.

    Dema ku xirabiya Dr. Şivan bê veşartin, nêrînên wî yên di derbarê serokê neteweyî Seîd Elçî de rast derdikevin. Ew dibêje ku “Seîd Elçî û hevalên wî mirovê dewletê bûn. Me, ew, loma gor rêbaz-hiqûqa xwe siza kir û kûşt. Divê em kurd îzin nedin vê yekê.

    Dîsa Dr. Şivanparêz dibêjın, heqê we nîne ku hûn ji Seîd Elçî re xwedî derkevın. Divê bê zanîn ku heqê her kurdekî heye ye ku serokê civakî û neteweyî Seîd Elçî biparêz e. Lewra ew serokê kurdan û  Kurdistanê ye. Ew hêjayiya milî ya Kurdistanê ye.

     

    Diyarnbekîr, 06. 06. 2020

    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    YILMAZ ACU Sporla Yoğrulmuş Bir Hayat, İyilikle Anılan Bir İsim: Veysi Avşar
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Şeyhmus Kaval Güven
  • Fahrettin Gülmüş Güven Tazeledi: Bakkallar,
  • Bismil Şoförler ve Otomobilciler Odası
  • Bismil Esnaf Odası’nda Demokratik Seçim:
  • İş İnsanı Ferman Zaman’dan 10 Ocak Dünya
  • DESOB Tuhafiye ve Parfümeri Odası’nda Görev
  • Değirmenci 'den Dünya Gazeteciler Günü
  • Akkoyun’dan 10 Ocak Dünya Gazeteciler Günü
  • FOTO GALERİ Tümü

    • Manzara Resimleri

    • RASTGELE RESİMLER

    • Komik Resimler
    ÖZEL HABER
  • Şeyhmus Kaval Güven Tazeledi:Hurda­cılar,Tüpgaz Bayiileri ve
  • Fahrettin Gülmüş Güven Tazeledi: Bakkallar, Bayiler ve
  • Çiçek’ten 10 ocak çalışan gazeteciler günü mesajı
  • Bismil Şoförler ve Otomobilciler Odası Başkanı Faysel
  • Bismil Esnaf Odası’nda Demokratik Seçim: Şehmus Gelen Yeniden
  • İş İnsanı Ferman Zaman’dan 10 Ocak Dünya Gazeteciler Günü
  • Başkan Karamehmetoğlu’ndan 10 Ocak Dünya Gazeteciler Günü
  • Dr. Ayhan Tabur’dan 10 Ocak Dünya Gazeteciler Günü Mesajı
  • DESOB Tuhafiye ve Parfümeri Odası’nda Görev Değişimi: Başkan
  • Değirmenci 'den Dünya Gazeteciler Günü mesajı
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Günün en çok izlenen komik video

    • Davos'un Arka Planı

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2026 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi