Bugün: 23 Ağustos 2025 Cumartesi
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Çermik’te Melike Belkıs Şenliği Coşkuyla…
    Çermikliler Büyük Konserde Buluşuyor
    Atik ve Yavuz Ailelerinin Düğünü…
    Çermik’te İstişare Toplantısı ve İnceleme…

    Em Kurd, ji hilbijartinan bi zerar derketin…

    27 Nisan 2019, 01:19
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com

    Îbrahîm GUÇLU

    (ibrahimguclu21@gmail.com)

     

    Di dewleta Tirk de hilbijartina herêmî di 31ê Adara 2019an de hat li darxistin. Hîn encamên dawî nehatine diyar kirin. Di hemandem de li ser hilbijartinê gengeşî dom dikin. Bi taybetî jî li ser hilbijartina Stenbolê gengeşî dawî nehatine. Partiya hikûmetê û MHPê ji bona ku li Stenbolê hilbijartin dixwazin dubare bibe. Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê jî, ji bona ku vê daxwazê encam bike, li ser xebat dike.

    Tê zanîn ku piştî her hilbijartineke giştî û herêmî û serokkomarî gelek mijar tên minaqeşe kirin. Hîç şik tune ye ku di gengeşiyan de mijareke girîng jî, kurd in. Ji bona kurdan jî pirsên teknîkî tên gengeşî kirin. Heta nûha mijarên bingehî û stratejîk nayên minaqeşe kirin.

    Ez di dixwazim li ser van mijarên stratejîk rawestim ku  gelo kurd ji hilbijartinan bi qezenc in, an bi zerar in? Hilbijartinan bi çavekî din şirove bikim.

     

    HILBIJARTINAN LI KURDISTANÊ ENTEGRASYON XURT KIR…

    Em kurd ji neteweya  Tirk cûda netewek in. Xwediyê welatekî ne.  Neteweke bindest in. Ji hemû mafên xwe yên milî bê par in. Welatê me jî hatiye dagirkirin û parça bûye. Kolonîze bûye. Ev rewş û statuya me di hemandem armanca me diyar dike.

    Armanca me jî, destxistina mafên me yên milî ne. Dawî li dagirkerî û kolonyalîzmê anîne, dewleta xwe ava kirine. Loma jî divê em hemû rê û rêbazên rewa wek awayê têkoşînê bi kar bînin.

    Loma jî em divê platforma hilbijartinê ya Dewleta Tirk bi kar bînin û bixin xizmeta berjewendiya neteweya kurd û milî. Lê divê em baş bizanin ku hilbijartin rê û rêbaza me ya stratejîk ya têkoşînê nîne. Ji bona neteweya me, rê û rêbezeke taktîkî ye.

    Hezar mixabin piştî salên 1990an xebata hilbijartinê ji bona kurdan bû mijareke stratejîk. Vê yekê jî kurdperwer ji armanca wan ya mezin û pîroz dûr xist. Bû sedem ku kurd sîstema heyî ya kolonyalîst biecibînin, bi sîstema kolonyalîst re entegre bibin.

    Ev jî xizmetî siyaseta dewleta tirk ya tunekirin û asîmîlekirina kurdan dike. Ji bona me kurdan, tiştekî erênî nîne, neyênî ye.

     

    HILBIJARTINAN KURD JI HÎSÊN MILÎ DUR XIST…

    Hilbijartin ji bona ku bû bûyereke stratejîk û wek enstrumaneke xelasiye hat dîtin, kurdperewer ji rizgarîxaziya welêt û ji hîsên sewrxwebûnê dur xist.

    Kurdperweran, serxwebûna Kurdistanê û mafên milî qezençkirin dan aliyekî, berjewendiyên rojane derxistin pêş.

    Loma jî hilbijartinan şiûra milî xurt nekir, qels kir. Ji bona ku şiûra milî qels bû, kurdperweran zêde qiymet jî nadin hêjayiyên milî û Kurdistanî û herêmî. Loma qiymet zêde nadin ziman, çand, Ala Kurdistanê, erdnîgariya Kurdistanê, hêjayiyên din yên milî.

     

    HILBIJARTINAN YEKÎTIYA MILÎ YA KURDAN PARÇE KIR…

    Ji bona ku neteweya kurd rizgar bibe û dewleta xwe bikare ava bike, divê xwediyê yekîtiya millî bibe.

    Hîç şik tune ye ku serxwebûna Kurdistanê û azadiya neteweya kurd li ser bingeha yekîtiya milî bilind dibe, encam digre.

    Hezar mixabin hilbijartinan yekîtiya milî ya neteweya kurd parçe kiriye û ji holê rakiriye. Kurd ji hevûdu dur xistine. Kurd parçe kirine. Kurd dengên xwe her dem didin partiyên sîstem û dewleta Tirk.

     

    HILBIJARTINAN NEKOKIYÊN CIVAKÎ ZÊDE KIR Û YEKÎTIYA CIVAKÎ JI HOLÊ RAKIR…

    Ji bona ku neteweya kurd bikare xwe azad bike, dewleta xwe ava bike, divê yekîtiya civakî ya kurdan jî pêwîst e.

    Wek tê zanîn neteweya kurd girêdayî avabûna xwe ya edetî û dîrokî xwediyê nekokî û lidijhevbûnekê ye. Dewleta kolonyalîst ji bona ku desthilatdarî, kolonyalîzm û dagirkeriya xwe dom bike, di nav kurdan de nekokî û pirsgirêk bi zanetî û bi plan zêdetir kiriye.

    Hezar mixabin hilbijartin li Kurdistanê di nav kurdan de ji beşbûna civakî û nekokiyên civakî re bû sedemek û enstrumaneke ekstra û zêde.

     

    HILBIJARINAN KURDPERWER JI ÎDEALAN DUR XIST, KIR KESPEREST Û BERJEWENDÎPARÊZ…

    Azadiya neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê wek  dozeke pîroz û bilind, bê berjewendî û bi hîsên îdealîst tê meşandin. Her kurdperwerek jî bê berjewendî beşdarî vê dozê dibin.

    Hezar mixabin platforma hilbijartinan, bûye platformeke ku mirov berjewendî bi dest bixe. Kesên kurd ji bona ku dewlend bibin, jiyaneke bi konfor bimeşînin dixwazin bibin parlamenter û serokên şaredariyan.

    Ev yeka di hemandem de dibe sedem ku bi sîstema kolonyalîst re hevgirêdanekê çê bike. Dema ev yêke çê dibe, kesên kurd ji doza azadîxwaz û serxwebûnxwaz dur ketin. Entegreyî sîstema kolonyalîst bûn.

     

    HILBIJARINAN KURDISTAN JINÛVE PARÇE KIR…

    Kurdistan û neteweya kurd ji aliyê dewletên kolonyalîst te hatiye parçe kirin. Ev ji bona kurdan hîç şik tune ye ku bûyereke stratejîk û dramatîk e.

    Hilbijartin li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî din Kurdistan û neteweya kurd parçe dike. Tu dinêrî herêmeke di bin desthilatdariya partiyeke dewletê de ye, herêmek di bin desthilatdariya partiyeke din ya dewletê de ye.

    Bajarê Kurdistanê jî parçe bûne. Di her bajarekî de partiyeke dewletê xwediyê hêzekê ye.

    Heta hilbijartinan encameke wûsa derxistiyeê holê ku Kurdistan bi çend bajaran tê bi nav kirin. Piraniya bajarên Kurdistanê terkî dewleta kolonyalîst tê kirin.

     

    HILBIJARTINAN MEŞRUIYETA SÎSTEMA KOLONYALÎST XURT KIR Û DERXİST HOLÊ…

    Hilbijartinan ji van mijarên ku min rêzên jorîn anîn ser ziman xetertir encameke din derdixe holê.

    Wek tê zanîn sîstema kolonyalîst ya dewleta Tirk ne rewa ye û bi zorê pêk hatiye.

    Hilbijartin, bi awayekî dibe sedem ku sîstema kolonyalîzma dewleta Tirk rewa bê pejirandin. Di encamê de em kurd bi dengên xwe ji partiyên sîstemê re dibêjin ku me rêve bibin û li welatê me desthilatdariya xwe bidomînin.

    Em bi dengên xwe maf didin partiyên dewleta kolonyalîst. Ev jî raste rast li Kurdistanê ji bona wan terefteran û hevalbendan çê dike.

    Di pêşerojê de dema ku refandûma serxwebûna Kurdistanê bê rojevê ew dibe pirsgirêkeke mezin. Refarandûmeke serbixwe û azad pêk naye. Kurd li welatê xwe encam jî nagrin.

     

    HILBIJARTINAN ÎDEOLOJIYA FERMÎ YA DEWLETÊ DI NAV KURDAN DE XURT KIR Û BELAV KIR…

    Hilbijartin, di hemandem de dibe sedem ku îdeolojiya fermî ya kolonyalîst di nav neteweya kurd de fireh û belav bibe.

    ENCAM…

    Ev nerîn û şiroveyên min derdixwe holê ku hilbijartin ji bona Bakûrê Kurdistanê bûye xeteriyeke mezin. Divê jinûve pirsa hilbijartinê ji çav bê derbas kirin, helwesteke milî, azadîxwaz û serxwebûnxwaz diyar bibe.

     

    Amed, 27. 04. 2019

    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    YILMAZ ACU BİR İNSANLIK ABİDESİNE VEDA: MERHUM FERİT BORA
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Çermik’te Melike Belkıs Şenliği Coşkuyla
  • Çermikliler Büyük Konserde Buluşuyor
  • Atik ve Yavuz Ailelerinin Düğünü Görkemli
  • Çermik’te İstişare Toplantısı ve İnceleme
  • Dicle Üniversitesi’nden Çermik
  • Diyarbakır’da yaz tatiline spor desteği
  • SİİRT VALİSİ'NDEN SİİRT VAKFINA ZİYARET
  • Sağlık-Sen’den Kamu İşverenine Tepki:
  • FOTO GALERİ Tümü

    • Manzara Resimleri

    • Komik Resimler

    • RASTGELE RESİMLER
    ÖZEL HABER
  • Çermikliler Büyük Konserde Buluşuyor
  • Atik ve Yavuz Ailelerinin Düğünü Görkemli Bir Şölene
  • Ergani’de Unutulmaz Nişan Töreni: Uzan ve Eryiğit Aileleri Bir
  • Başkan Erdem 'den İsrail’e Sert Tepki: “İnsanlık Suçu
  • Parklara ayaklı çöp kovaları montajlanıyor
  • 15 Temmuz şehidinin eşi: "Onun eşi olduğum için çok gururluyum"
  • Eşbaşkanlardan Katılımcı Bütçe Paydaş ziyaretleri
  • Eşbaşkanlardan Temizlik Müdürlüğü emekçisine teşekkür
  • Çermik Belediye Başkanı Şehmus Karamehmetoğlu: “Aşure,
  • Çüngüş Belediye Başkanı Ali Suat Akmeşe: “Bu Gün, Hem
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Davos'un Arka Planı

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!

    • Günün en çok izlenen komik video
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2025 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi