Bugün: 23 Ağustos 2025 Cumartesi
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Çermik’te Melike Belkıs Şenliği Coşkuyla…
    Çermikliler Büyük Konserde Buluşuyor
    Atik ve Yavuz Ailelerinin Düğünü…
    Çermik’te İstişare Toplantısı ve İnceleme…

    Felaketa Miletê Kurd: Lozan a Yekemîn û Lozan a Duyemîn…

    20 Haziran 2015, 13:11
    12
    14
    16
    18

    Peymana Sewrê ji bona miletê kurd bihar e û dewletbûn e. Lê Peymana Lozanê, ji bona miletê kurd felaket û zûlim û ji kolonîbûna klasîk xerabtir statuyek e.

     

                                         ( I )

     

    Kurdistan,  di sala 1639-an de di navbeyna Împaratoriya Osmanî û Faris de bû du beş (parçe). Di wan şertan de bi taybetî li Împaratoriya Osmanî Kurdistan nîv otonom û nîv xweser bû.

     

    Împaratoriya Osmanî,  di Şerê Cîhanê Ya Yekemîn de wenda kir.

     

    Piştî Şerê Cîhanê Ya Yekemîn diyar bû ku dinya û Rojhelata Navîn dê statuyek nû qezenç bike. Di encamê de wusa jî bû.

     

    Statuya Ewrupayê bi gelek peymanan hat diyar kirin. Rewşa Împaratoriya Osmanî di destpêkê de ne zelal bû. Lew re dewletên şer qezenç kiribûn di destpêkê de li ser statuya Împaratoriya Osmanî li hev nedikirin.

     

    Piştî şer derket holê ku erebên û welatê ereban dê ji Osmaniyan veqetin û bibin dewlet. Miletên balqanan jî di dawiya sedsala 19-an û di destpêka sedsala 20-an de ji Osmaniyan veqetiyabûn û  bibûn dewlet. Bes statuya kurdan û ermeniyan ne diyar bû.

     

    Kurdan jî her çiqas bi piranî piştgiriya Osmaniyan jî dikir, beşek kurdan ji bona ku di statuya nû ya Osmanî de bibin teref, li Koçgiriyê ji bona serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê dest bi xebata pêşmergetî kirin.

     

    Dema ku dewletên şer qezenç kirin bi Împaratoriya Osmanî re peymana Sewrê pêk anîn, di paymanê de hat pejirandin ku Kurdistan û Ermenîstan dê bibin du dewletên serbixwe.

     

    Ji bona dewletbûna kurdan û ermeniyan jî pêvajoyek û metodek û formatik hat pejirandin.

     

    Loma Peymana Sewrê, ji bona miletê kurd serkeftin û dilşadî û biharek gelek xweş û geş bû.

     

                                   ( II )

     

    Lê di wê navberê de di Împaratoriya Osmaniyan de guhertin esasî pêk hat. Kemalîstan li hemberî hikûmeta melîk hikûmeta alternatîf li Enqereyê ava kirin.

     

    Guhertin ber bi vê hikûmetê bû. Di heman dem de li Rusyayê bolşevîkan/lenînîstan desthilatdarî girtin destê xwe û li hemberî sîstema rojava ya kapîtalîst, destpêkirin ku  sîstema sosyalîst ava bikin. Wê demê helwesta dewletên Şerê Cîhanî Ya Yekemîn qezenç kirin û bi taybetî jî Brîtanyayê helwesta xwe guhert, ji desthilatdariya Kemalîstan re piştgirî kir. Dewleta Kemalîst rewa pejirand.

     

    YEKÎTIYA SOVYETAN JÎ PIŞTGIRIYA KEMALÎSTAN KIR.

     

    Ew dewleta kEMALÎSTAN jî bi Peymana Lozanê hat erê kirin. Beşek mezinên kurdan jî, ji Kemalîstan re bûn alîkar û dewleta Kemalîstan ava bû.

     

    Peymana Sewrê ji holê rabû. Dewleta Kurdistanê jî hat bîra kirin  û kete dehlîza dîrokê.

     

    Xebat û hewildana Paşa Şerîf jî bêencam ma.

     

    Peymana Lozanê ji bona miletê kurd bû felaket. Kurdistan bû çar parçe. Kurdistan ket bin dest û bandora dewletên Ereban, Tirkan Û Farisan. Li Kurdistanê ji statuya klasîk ya koloniyê, statuyek xerabtir ava bû.

     

    Miletê kurd ji hemû mavên xwe bêpar bû.

     

                                               ( III )

     

    Miletê kurd û pêşengên wan ev statuya nepejirandin. Ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê dest bi xebat û têkoşînê kirin. Li Hemû beşên Kurdistanê agirê serxwebûn û azadiyê dest pêkir. Kurd mecbûr bûn ku li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna serxwebûn û azadiyê bidomînin.

     

    Li Bakûrê Kurdistanê di sala 1925-an de serîhildanên milî li hemberî Dewleta Tirk ya Kemalîstan dest pê kir. Di sala 1938-an de bi qetlîama girseyî ya Dersîmê, dawî li ev serîhildanên milî hat. Miletê kurd û berpirsiyarên wan ji dervayî dîrok û siyasetê man. Li Kurdistanê bêdengbûnê dest pêkir. Qonaxa entegrasyona helandin û asîmîlasyonê dest pê kir.

     

    Di sala 1959-an de pêvajoyek nû dest pêkir. Gelek xebatên milî yên çandî, rewşenbirî, komeleyatî hatin kirin. Din nav TÎPê de xebata kurditî bi rêxistinî bi awayekî hat meşandin. Di sala 1965-an de PDKT,  di sala 1969-an de DDKO ava bûn. Tevgera milî ya Bakûrê Kurdistanê rengekî nû qezenç kir.

     

    Lê ev pêvajoya erênî bi Darbeya Leşkerî ya 1971-an şikest xwar.

     

    Lê piştî sala 1974-an Tevgera Milî Ya Bakûrê Kurdistanê rengekî nû qezenç kir. Gelek partî û rêxistinên Kurdistanê ava bûn. Hemû rêxistin û partiyan serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê ji bona xwe kirin armanc.

     

    Tevgera milî di demek kurt de piştgiriya gel qezenç kirin.

     

    Hezar mixabin li hemberî ev pêşketinê, dewlet destgirêdayî nema. Li hemberî tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê stratejiyek û planek nû pejirand. Biryar da ku bi destên kurdan rêxistinek ava bikin û bi wê rêxistinê tevgera milî ya Kurdistanê bigre bin kontrola xwe, rêxistinan tasfiye bikin, tevgerê provekê bike.

     

    PKK, piştî ev stratejî û plana dewletê ava bû.

     

    Dewletê bi destê PKKê li hemberî rêxistin û partiyên Kurdistanê şer domand. Di plana xwe di sala 1980-yî bi Dîktatoriya Leşkerî bi serket.

     

    Darbeya leşkerî jî bi alîkariya PKKê û rêxistinên din yên çep û rast yên di bin kontrola dewletê de ne, çê kirin.

     

    Piştî sala 1984-an jî bi Şerê Çekdarî yê PKKê hemû kurd ketin hewza wan. Di sala 1999-an de dema Ocalan hat Tirkiyeyê, îlan kir ku li hîç paçeyekî Kurdistanê miletê kurd xwediyê maf yê dewletbûnê, federalîbûne, otonomiyê nîn e. Loma jî li hemberî Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê dest bi şer kir.. Dewleta Kurdistanê wek dewleta 2-emîn ya Îsraîlê diyar kir û dijminitî kir.

     

    Di nav demê de hemû tereftarên xwe, ji armanca dewletbûnba Kurdistanê dûr xist. Dewleta Milî ya Kurd wek xeteriyek mezin nîşan da. Ev yeka xiste serê tereftarên xwe.

     

    Ew jî gelek bi hêsanî kir. Lew re teraftarên wî, ji wî murîdî dikir.

     

    Wê demê gelek rewşenbîrên kurdan û HAK-PARê ev pêvajoya wek Lozana 2-emîn tespît û şirove kirin.

     

    Qewimandin û rudawên siyasî yên girêdayî PKKê jî, ev tespîta û nêrîna rast derxist.

     

    Ev pêvajoya di gelek qonaxan re derbas bû, hat merhalaya dawiyê.

     

    Bi Tirkiyevîbûna HDPê bi dengên kurdan, Lozana 2-emîn kir realîtek gelek xeter.

     

    Divê hemû kurd di vê merhekeyê de li ser vê xeteriyê rawestin. Miletê kurd dê ji vê xeteriyê çewa xelas bibe, divê rê û rêbaz bê tespît kirin.

     

    Amed, 20. 06. 2015

     


    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    YILMAZ ACU BİR İNSANLIK ABİDESİNE VEDA: MERHUM FERİT BORA
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Çermik’te Melike Belkıs Şenliği Coşkuyla
  • Çermikliler Büyük Konserde Buluşuyor
  • Atik ve Yavuz Ailelerinin Düğünü Görkemli
  • Çermik’te İstişare Toplantısı ve İnceleme
  • Dicle Üniversitesi’nden Çermik
  • Diyarbakır’da yaz tatiline spor desteği
  • SİİRT VALİSİ'NDEN SİİRT VAKFINA ZİYARET
  • Sağlık-Sen’den Kamu İşverenine Tepki:
  • FOTO GALERİ Tümü

    • Manzara Resimleri

    • RASTGELE RESİMLER

    • Komik Resimler
    ÖZEL HABER
  • Çermikliler Büyük Konserde Buluşuyor
  • Atik ve Yavuz Ailelerinin Düğünü Görkemli Bir Şölene
  • Ergani’de Unutulmaz Nişan Töreni: Uzan ve Eryiğit Aileleri Bir
  • Başkan Erdem 'den İsrail’e Sert Tepki: “İnsanlık Suçu
  • Parklara ayaklı çöp kovaları montajlanıyor
  • 15 Temmuz şehidinin eşi: "Onun eşi olduğum için çok gururluyum"
  • Eşbaşkanlardan Katılımcı Bütçe Paydaş ziyaretleri
  • Eşbaşkanlardan Temizlik Müdürlüğü emekçisine teşekkür
  • Çermik Belediye Başkanı Şehmus Karamehmetoğlu: “Aşure,
  • Çüngüş Belediye Başkanı Ali Suat Akmeşe: “Bu Gün, Hem
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Günün en çok izlenen komik video

    • Davos'un Arka Planı

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2025 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi