Bugün: 19 Ağustos 2025 Salı
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Dicle Üniversitesi’nden Çermik Belediyesi’ne Ziyaret
    Diyarbakır’da yaz tatiline spor desteği
    SİİRT VALİSİ'NDEN SİİRT VAKFINA ZİYARET
    Sağlık-Sen’den Kamu İşverenine Tepki: Yetersiz…

    Ji aliyê qerekter, temsîla kurdan, teknîk û sîstema hilbijartinê de ferqa Dewleta Tirk û Iraqê…

    13 Temmuz 2018, 23:08
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com

     

    Li Dewleta Federal ya Iraqê di 12ê Gulanê de hilbijartin hat li darxistin. Yanî du meh in, ku li Iraqê hilbijartin qediyaye. Li Tirkiyeyê hilbijartina serokkomarî û hilbijartina giştî di 24ê Hezîranê de (beriya 16 rojan) hat li dar xistin.

    Li herdu dewletan jî neteweya kurd dijiyê û Kurdistan heye.

    Piştî hilbijartinan di navbeyna du dewletan de ferqên mezin derketin holê.

    Divê ev ferqên gelek girîng bên diyar kirin.

     

    DEWLETA TIRK JI ALIYÊ QEREKTERÊ VE JI IRAQÊ PAŞVETIR E Û DI NAVBEYNA HERDU DEWLETAN DE FERQEKE MEZIN HEYE: DEWLETA TIRK UNÎTER, KOLONYALÎST Û NÎJADPEREEREST E. DEWLETA IRAQÊ FEDERAL E…

    Dewleta Tirk, li ser mîrada Împaratoriya Osmanî ava bû. Loma dewleteke gelek kevn e. Împaratoriya Osmanî xwediyê pirrneteweyan bû. Hemû neteweyên di Împaratoriya Osmanî de dijîn, wek nasname dihatin nas kirin, girêdayî vê naskirinê jî mafên wan hatibûn pejirandin. Her neteweyek li ser axa xwe dijiyan. Her weletek jî û Kurdistan jî otonom bû.

    Lê piştî împaratoriya Osmanî dewleta ku ava bû, li ser navê neteweya tirk, dewleta grûbekê bû. Dewleta kemalîstan bû.

    Dewleta kemalîstan dema ava bû ji derveyî neteweya kurd û ermeniyan hemû neteweyan dewletên xwe yên serbixwe ava kiribûn.

    Dewleta kemalîstan mafên hemû neteweyan xesip kir. Îdeolojiyeke nîjadperest ava kir. Got ku “kurd, miletek nînin. Kurd tirk in.”

    Loma jî ji bona ku tunekirina kurdan siyaseta asîmîlsayonê (helandinê) û jenosîde meşand.

    Di ev siyaseta fermî ya dewleta tirk de guhertineke esasî pêk nehatiye. Kurdistan wek kolonî hatiye îşgal kirin. Neteweya kurd xwediyê mafên xwe yên milî ninin.

    Loma jî dewleta tirk, dewleteke nîjadperest, unîter, otorîter, kolonyalîst e.

    Dewleta Iraqê, piştî ku Împaratoriya Osmanî têk çû encama parçebûna Împaratoriya Osmanî û piştî Peymana Lozanê ava bû. Wek dewleteke monarşîk ava bû.

    Hebûna kurdan nehat red kirin. Di dewleta Iraqê de her dem bi kurdî perwerdayî hebû. Mafên milî sînorkirî be jî, hatibûn pejirandin.

    Di nav pêvajoyê de bi taybetî jî piştî ku bûrokrasiya leşker li Iraqê desthilatdar bû, Iraq  bû dewleteke milî ya ereban. Qerektera nîjadperestî qezenç kir.

    Lê dîsa jî di dema desthilatdariya Ebdûlkerîm Qasim de di makezagonê de hat qebul kirin, ku Iraq ji du neteweyan(neteweya kurd û ereb) pêk tê û du ziman (zimanê kurdî û zimanê erebî) esasî ne.

    Di desthilatdaiya Baasê de jî encama Şoreşe milî ya pêşmergeyan di sala 1970yî de Otonomiya Kurdistan ava bû. Kurd, li welatên xwe desthilatdar û serwer bûn.

    Di sala 2005an de jî bi pejirandina makezagoneke nû Dewleta Iraqê bû dewleteke federal.

    Mafên milî yê neteweya kurd bi her cûreyî hat pejirandin. Kurd, nûha li welatê xwe li Kurdistanê de bi wateyekê desthilatdar û serwer in.

    Loma jî di navbeyna dewleta Tirk û Iraqê de ferqeke mezin heye.

     

    LI IRAQÊ KURD TÊN TEMSÎL KIRIN. LI TIRKIYEYÊ KURD NAYÊN TEMSÎL KIRIN…

    Temsîla kurdan jî gor qerektera Dewleta Tirk û Iraqê diyar dibe.

    Dewleta Tirk, ji bona ku nasnameya neteweya kurd nas nake, loma jî kurd di Dewleta Tirk de nayên temsîl kirin.

    Di dewleta Tirk de kurd bi partiyên xwe nikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

    Ji aliyê din de beşdarbûna partiyên kurdan hilbijartinê, naye wê wateyê, ku kurd di dewletê de, di meclîsêde , di desthilatdarî û serwerî de temsîl dibin.

    Ji bona ku dewlet, ne dewleta neteweya kurd e, meclîs , hikûmet û hemû dezgehên temsîla siyasî dikin, bi kurdan re eleqeder nîne.

    Loma jî di hilbijartina serokkomarî û hilbijartina giştî de kurd temsîl nebûn û kurd bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinê nebûn. Dewletê bi PKKê ve derfet jî nade ku partiyên Kurdistanê xûrt bibin û beşdarî hilbijartinan jî bibin.

    Iraq, dewleteke federal e. Dewlet, dewleta neteweya kurd û ereb, hemû kêmneteweyan e.

    Meclîs jî federal e û ya kurdan, ereban, hemû kêmneteweyan.

    Hikûmet jî dê federal be.

    Zimanê kurdî zimanê fermî û yê perwerdayî ye. Loma jî kurd bi giştî be jî di dewletê de temsîlkar in, desthilatdar, serwer in.

    Kurd, bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinê bûn. Diyar e ku serokkomar dê dîsa bibe kurd, serokwezîr dê bibe erebên şiî, serokê meclîsê jî dê bibê erebê sûnî.

    Her çiqas hîn hikûmet jî avanebûbe jî, kurd dê di hikûmetê de cî bigrin û dê bibin aktorekî girîng.

    Ew jî diyar dike, ku kurd bi nasnameya xwe,  li Iraqê temsîlkar in.

    Li Dewleta Tirk ne temsîlkar in.

     

    DEWLETA TIRK DI TEKNÎK Û SÎSTEMA HILBJARTINÊ DE JI IRAQÊ PÊŞVATIR E…

    Li Dewleta Tirk di 24ê Hezîranê de hilbijartinm hat li dar xistin, heman rojê encamên nefermî di saet 23.00an de diyar bûn. Yanî encam di 7 saetan de diyar bû. Piştî encamên hilbijartinan diyar bûn û R. T. Erdoğan bû serokkomar; wî heman rojên piştî nivê şevê serkeftina xwe diyar kir û axixtina balqonê kir.

    Vê yekê diyar kir ku Dewleta Tirk ji aliyê teknîk û sîstema hilbijartinê de xwediyê sîstemeke baş e.

    Dewleta Tirk, di “demokrasiya sendûqê” de serkeftî ye.

    Piştî encamên ne fermî îlan bûn, di dema xwe de encamên fermî hatin diyar kirin.

    Meclîs civiya, parlamenteran sond  xwarin. Duho jî (roja duşemê-09. 07. 2018)  serokkomar sond xwar.

    Atatirk tewav kir.

    Li Kulliyeyê mevanên xwe pêşwazî kir û axevtinek kir.

    Serokwezîrê Kurdistanê jî mêvanê serokkomar bû.

    Serokkomar, nîvê şevê jî endamên hikûmeta serokkomarî diyar kir.

    Wek tê zanîn hejmara wezîran kete 16 wezîran.

    Dewlet nehat guhertin, lê sîstema rêvebiriyê hat guhertin.

    Ciyê sîstema parlamenter/kemalîst ya otorîter; sîstemahikûmeta  serokkomarî ya otorîter bi cî bû.

    Di nav wezîran de xala balkêş ew e, ku hîç kurdek nebû wezîr. Şiklî be jî sîstema serokkomarî qiymet neda kurdan.

    Li Iraq Federal hilbijartin di 12ê Gulana 2018an de hat li darxistin.

    Di ser hilbijartinê Dewleta Federal ya Iraqê re 2 meh derbasbûyî ye. Lê hîn meclîs neciviyaye, hikûmet ava nebûye.

    Hezar mixabin hîn li ser dengdanê gengeşiyên girîng û mezin hene.

    Meclîsa kevndi derbarê hilbijartimnnê de biryerek da.

    Dadgeha Federal ya Bilind biryareke din da.

    Vê pêvajoyê jî derxist holê ku li Iraqa Federal teknîk û sîstema hilbijartinê paşvemayî ye. Demokrasiya sendûqê pêş neketiyê.

    Derket holê ku Dewleta Tırk di vê mijarê de ji Iraqê pêşvatir e.

     

    Amed, 13. 07. 2018

     

    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    YILMAZ ACU BİR İNSANLIK ABİDESİNE VEDA: MERHUM FERİT BORA
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Dicle Üniversitesi’nden Çermik
  • Diyarbakır’da yaz tatiline spor desteği
  • SİİRT VALİSİ'NDEN SİİRT VAKFINA ZİYARET
  • Sağlık-Sen’den Kamu İşverenine Tepki:
  • Çermik Devlet Hastanesi’nde İnceleme ve
  • Ergani’de Unutulmaz Nişan Töreni: Uzan ve
  • Başkan Erdem’den orman yangınlarına destek
  • Çocuklar yıldızlar altında Kürtçe film
  • FOTO GALERİ Tümü

    • Komik Resimler

    • RASTGELE RESİMLER

    • Manzara Resimleri
    ÖZEL HABER
  • Ergani’de Unutulmaz Nişan Töreni: Uzan ve Eryiğit Aileleri Bir
  • Başkan Erdem 'den İsrail’e Sert Tepki: “İnsanlık Suçu
  • Parklara ayaklı çöp kovaları montajlanıyor
  • 15 Temmuz şehidinin eşi: "Onun eşi olduğum için çok gururluyum"
  • Eşbaşkanlardan Katılımcı Bütçe Paydaş ziyaretleri
  • Eşbaşkanlardan Temizlik Müdürlüğü emekçisine teşekkür
  • Çermik Belediye Başkanı Şehmus Karamehmetoğlu: “Aşure,
  • Çüngüş Belediye Başkanı Ali Suat Akmeşe: “Bu Gün, Hem
  • Taksi içinde işlenen gasp suçuna emsal karar
  • Kardelen Hareketi'nden "İklim Kanunu" Eleştirisi: "Yeni Bir Dini
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Günün en çok izlenen komik video

    • Davos'un Arka Planı

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2025 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi