SON DAKİKA
![]() ![]() ![]() ![]() Kurdistan Nebe Dewletek Serbixwe Iraq Nabe Dewletek Konfederal…Iraq ji bona ku bibe dewletek federal di gelek qonaxan re derbas bû. Iraq, dewletek unîter û merkezî û kolonyalîst û erebî bû. Rejîma baasî, piştî salên 1968-an, ku wek tê zanîn baasiyan di sala 1968-an de darbeya leşkerî çêkirin û desthilatdarî girtin destê xwe, bi zûlm û zordariya xwe gelek bi navûdeng bû. Rejîma baasî bibû sedem ku di sala 1975-an de encama şerekî dijwar û peymana Cezayîrê Otononomiya/Xweseriya Kurdistanê ya ku bi xwe bi peymana 11 Adar a 1970-yî pejirandibû, bê rûxandin. Di encamê de Kurdistan bê velakirin û erebbûyina Kurdistanê pêk bê. Loma jî miletê kurd, ji Kurdistanê bê koçber kirin û bên enfal kirin. Ji bona vê yekê hemû mafên miletê kurd yên milî hatin xesip kirin. Dewlemendiya Kurdistanê ya binerd û sererd hat talan kirin. Miletê kurd piştî ku Otonomiya Kurdistanê hat hilweşandin jî, ji bona azadî û serxwebûna xwe têkoşîna xwe neda sekinandin, di şertên gelek zehmet de têkoşîna xwe domand. Ew şerên kurdan li serî çiyan bi çekdarî, bi destê PDKê û YNKê dom kir. Şerê miletê kurd rejîma baasê xiste gelek zehmetiyan. Rejîma baasê mecbûr bû ku dem û dem bi berpirsiyarên Kurdan re, bi PDKê û YNKê re bikeve nav danûstandinan. Lê tu wext di navbeyna wan de peymanek nû çê nebû. Şerê milî yê miletê kurd heta ku Rejîma Baasê Kuweytê dagirkir domand. ***** Rejîma baasê piştî îşgal û dagirkirina Kuweytê ji aliyê dinyayê de gelek xeter hat bi nav kirin. Li Neteweya Yekbûyî biryar hat girtin ku Iraq ji Kuweytê bê derxistin. Piştî biryara Neteweyên Yekbûyî li hemberî Iraqê, operasyonê dest pê kir. Iraq mecbûr bû ku ji Kuweytê derkeve. Lê ji bona ku li Iraqê alternatîfa baasê ya desthilatdarî tune bû, rejîma baasê li ciyê xwe ma û desthilatdariya xwe domand. Di şerê Kuweytê de ji bona kurdan dîsa derfet derket ku li Kurdistanê desthilatdar bin. Lê piştî ku Iraqê bi çekên kîmyewî êrişî Kurdistanê kir, koçberiyek gelek mezin, bi mîlyonan kurd mecbûr bûn ku ber bi Tirkiyeyê û İranê biçin. Di vê qonaxê de Emerîkayê û Tirkiyeyê biryar da ku kurd li herêma xwe bi cîhûwar bibin. Loma jî biryar hat dayîn ku beşek herêma Kurdistanê wek “herêmek azad” bê pejirandin. Ji bona Iraqê qedexe bû ku bi belafiran êrişî Kurdistanê neke. Kurdistan jî bi hêzek leşkerî ya taybet, bi hêza Çekûcê bê parastin. Li Kurdistanê PDKê û YNKê bûn du partiyên desthilatdar. Herdu partiyan stratejiya xwe ya otonomiyê guhertin. Biryara federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê pejirandin. PDKê û TNKê di sala 1992-an de jî, bi îradeyek yekalî Federebûna Kurdistanê pêk bînin. Encama vê biryara biryar dan ku Meclîs û Hikûmeta Kurdiatanê ava bikin. Encama hilbijartinek giştî Meclîs ava bû. Hikûmet jî, ji aliyê PDKê û YNKê ve hat damezrandin. Hezar mixabin pişt re pirsgirêk derketin. Li Kurdistanê du hikûmet ava bûn: Hikûmeta Hewlerê û Hikûmeta Sileymaniyeyê. Ev parçebûna li pêşiya demokratîkbûna Kurdistanê bûn astengiyek mezin. Vê pêvajoyê heta sala 2003-an dom kir. Di sala 2003-an de Emerîkayê û hevalbendên wê biryar dan ku rejîma baasê bê rûxandin. Encama vê biryarê, li Iraqê mûdaxale pêk hat. Rejîma baasê hat rûxandin. Piştî ku rejîma baasê hat rûxandin, pirsa girîng ew bû ku “Dewlet û rejîma Iraqê dê bibe xwediyê çi qerakterê?”. Ev pirsa dê bi îradeya gelên Iraqê û bi taybetî jî dê bi îradeya Kurdan û ereban bihata çareser kirin. Lê hîç şik tune bû ku Emerîka û hevalbendên wan jî bi awayekî xwediyê biryar bûn. Li ser qarektera rejîmê minaqeşe tune bû. Li ser rejîmê lihevkirinek hebû, ku rejîma dê bibûya demokrasî û pirpartitî û parlamenterî. Lê li ser şikl û qarektera dewletê minaqeşe û fikrên cûda hebûn. Li Iraqê bi du awayan dewlet dikarî bû ku ava bibe. Yek awayê dewletê, “DEWLETA EYALETΔ bû û yek awayek dewletê jî, “DEWLETA FEDERAL” bû. Ereban û Emerîkayan dixwestin ku Iraq bibe dewletek eyaletî. Kurd li dijî vê nêrînê bûn. Di encamê de biryar hat dayin ku Iraq bibe dewletek federal. Ji bona dewletek federal makezagonek hat amade kirin. Ev makezagona di sala 2005-an de encama referandûmê hat pejirandin. Di wê merheleyê de ji bona Kurdistanek Serbixwe referandûm hat li dar xistin. Miletê kurd ji % 98-an got ku “em Kurdistanek serbixwe dixwazin”. ***** Lê her çiqas di makezagonê de biryar hat girtin ku dewleta Iraqê dê bibe federal jî, dewlet tu dema nebû dewletek federal. Lewra herêma federe ya ereban ava nebû. Loma jî dewlet de facto (fiîlên) bû DEWLETEK KONFEDERAL. Di makezagona nû ya Iraqê de her çiqas berpirsiyarî û sînora desthilatdariya herêmên federe hatibe diyar kirin jî, ev berpirsiyarî û sînor gelek zelal nebûn. Lewra li holê herêmek federe ya ereb tune bû. Loma dewleta Iraqê, wek dewletek federal tevnedigariya. Ereb wek dewletek serbixwe tevdigeriyan. Ew dewleta sebixwe jî taybetiyên xwe yên unîter, merkezî, erebî û hegemonîk dida derve. Min gelek caran li ser ev mijara xeter nivîsand û rewş rexne kir. Di dewletên federal de, her herêmek û her miletek wek hev e. Hezar mixabin di dewleta federal ya Iraqê de, ji bona ku herêmên federe tune ne, loma jî ji wekheviya herêmên federe derfeta qalkirinê tune ye. Loma jî ereb û kurd carna wek dewletek federal û carna jî wek dewletek konfederal ya fiîlî tevdigerin. Ew jî dibe sedem ku pirsgirêk zêde bibin, di navbera Herêma federe ya Kurdistanê û hikûmeta navendî de ji aliyê berpirsiyarî û vatiniyê û hiqûqî de pirsgirêk derkevin. Ev pirsgirêkan di du pirs û mijarên girîng û stratejîk de zêdetir derdikevin derve û xûya dikin. Mijara yekem, di pirsa Kerkûk û herêmên din yên bi Kurdistanê re bên girêdan de ne. Lewra tê zanîn ku di makezagonê de ji bona tespîta statuya Kerkukê referandûm pejirandiye. Hezar mixabin, hikûmeta navendî ji bona ku dizane ku encama referandûmê Kerkuk dê bi Kurdistanê re bê girêdan, loma pêşiya referandûmê digre. Desthilatdarî û serokatiya Kurdistanê jî, di vê pirsa stratejîk de sistiye dike. Berpirsiyariya xwe nîne cîh. Mijara duyemîn ya girîng û stratejîk jî, pirsa petrol/neftê û baca ye. Bi taybetî jî piştî ku di navbeyna Tirkiyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê de peymana neftê hat îmza kirin, ev pirsgirêk mezintir bû. Di vê merheleyê de di van du mijarên stratejîk û mijarên din de di navbeya Hikûmeta Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Nevandî ya Federal a Iraqê de pirsgirêk dom dikin. Roj bi roj jî ev nekokiyan dijwartir dibin. Aşkere bû ku sîstema fedeeal ya li Iraqê heyî ku ne tam federal û ne jî tam konfederal e, dibe sedem ku pirsgirêk zêde bibin û pirsgirêk çareser nebin. Loma jî Dethilatdarî û Serokê Kurdistanê diyar kirin ku ji bona ku sîstem bê guhertin, sîstemek din ya hîn demokratîk û di navbeya kurd û ereban û kêmneteweyan de wekhevî çê bike û nebe sedema nekokiya desthilatdarî û berpirsiyariyê dê xebat bikin. Dê ji ereban û dewletên navneteweyî re ji bona ku Iraq bibe dewletek konfederal dê pêşniyar bikin û li ser vê projeyê xebat bikin. Ez jî di wê baweriyê de me ku ev projeya û dewleta konfederal avakirin pêşniyarek rast û di cîh de ye. Miletê kurd jî diyar kir ku piştgiriya vê pêşniyar û projeya dewleta konfederal dike. Loma jî xwepêşandinên girseyî çê bûn. ***** Ji bona ku Iraq bibe dewletek konfederal, divê ereb û kurd dewletên xwe yên serbixwe ava bikin. Bibin xwediyê dewletên xweser. Lewra Dewleta Konfederal, bi iradeya du an jî zêdetir dewletan ava dibe. Dewletên serbixwe hebûna xwe di Derwleta Konfederal de dom dikin, lê ji desthilatdariya xwe beşekî dewrî dewleta konfederal dikin. Kurdistan ji bona ku bibe dewletek serbixwe, wek min li rêzên jorîn jî diyar kiribû, miletê kurd bi rêya referandûmê ji dewleta serbixwe re gotibû “erê”. Pêşniyara Dewleta Konfederal ya Kurd bi Peymana Neteweyên Yekbûyî û peymanên din yên navneteweyî ku bingeh in re jî li hevkirî ye. Di heman dem de Dewleta Konfederal di berjewendiya Kurdan, ereban û Kêmneteweyên din de ye. Dewleta Konfederal nekokiya zêde nake, pirsan çöreser dike. Loma divê em hemû kurd di ji bona Dewleta Konfederal ya Iraqê ji Serokatî û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê re bibin alîkar. Îbrahim GUÇLU Yükleniyor...
|