Bugün: 03 Ekim 2025 Cuma
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Başkan Ali Erdem: ‘Gazze’nin Yalnızlığına…
    Diyarbakır’da Akboz Siemens Dualarla Açıldı
    Yeniden Refah Partisi Diyarbakır İl…
    Kardelen Hareketi’nden Tarihi Karar: 24…

    Li Bakûrê Kurdistanê Hewcedarî Bi Tevgerek û Rêxistineke Hevbeş Heye…

    02 Mart 2018, 23:28
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com


     

    Neteweya Kurd, ji bona serxwebûn, azadî, desthilatdarî, serweriya xwe; ji bona ku dewleta xwe ava bike, 200 sal e ku têkoşîneke bê hempa ya milî û rizgarîxwaz û serxwebûnxwez didomîne.

     

    Ev têkoşîna miletê kurd, hezar mixabin, di çarçeweke hevbeş de nayê domandin. Lewra Kurdistan di sala 1639an de encama Peymana Qesrî Şirînê bû du parçe û di sala 1923an de encama Peymana Lozanê bû çar parçe.

     

    Loma jî têkoşîma miletê kurd, pêşî di sînorên du împeratoriyan de û pişt re jî di sînora çar dewletên kolonyalîst de hat domandin.

     

    Hîç şik tune ye ku ji bona ku têkoşîna milî û dewletavakirina neteweya kurd di sînora çar dewletan de domand, pêvajoya tevgera milî ya Kurdistanê li her dewletekê cûda bû. Qerektera dewletên kolonyalîst taybetiyên cûda da tevgera milî ya netweweya kurd.

     

    Loma jî Tevgera milî û dewletavakirinê; li Tirkiyeyê, li Îranê, li Sûriyeyê, li Iraqê di demên cûda de, bi rêxistinên cûda, bi metodên cûda domand. Hîn jî didomîne.

     

    Tevgera milî ya Kurdistanê li her beşekî Kurdistanê di qonaxên cûda re derbas bû û hat gihîşt vê rojê.

     

    Di ev dema ku em têde dijîn de, dema rewşa neteweya kurd û tevgera milî ya Kurdistanê li her beşên Kurdistanê bê şirovekirin, gelek bi hêsanî ev cûdabûn txûya dike.

     

    Divê kurdperwer û kurd û kurdistanî, hîç şik tune ye ku di beşa xwe de xwe rêxistin bikin, têkoşîna xwe di beşên xwe de bimeşînin. Lê hemû beşên Kurdistanê bi hev re di nav hevkarî û piştgiriyek de bin. Ji bona pêşerojê, ji bona yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê derfet çê bikin.

     

    Nûha jî  ev yêka tê kirin.

     

    Li Bakûrê Kurdistanê tevgera milî di destpêka sedsala 20an de di çarçewa rejîma Kemalîst de dest pê kir, heta îro domand.

     

    Li Bakûrê Kurdistanê di vê merheleyê de hezar mixabin tevgereke milî ya sosyolojık û rêxistineke ku bersîva hewcedariya neteweya kurd bide tune ye.

     

    Ez ji bona vê yekê pêşniyerekê pêşkêş dikim.

     

                                          *****

     

    Em kurd in.

     

    Kurd, neteweyek e.

     

    Neteweya kurd, li Rojhilata Navîn dijî.

     

    Kurd, neteweke  kevn e.

     

    Neteweya kurd, xwediyê dîrokeke hezar salan e.

     

    Welatê neteweya kurd, Kurdistan e.

     

    Kurdistan, ji aliyê dewletên emperyalîst û kolonyalîstan de bûye çar parçe.

     

    Neteweya kurd jî, ji bona ku welatê wê bûye çar parçeyan, ew jî bûye çar parçe.

     

    Kurdistan, welatekî kolonî ye. Koloniya, çar dewletan (Dewleta Tırk, Îran, Irak, Sûriye) e.

     

    Neteweya kurd jî, neteweyekî bindest, kolonî, girêdayî ye.

     

    Neteweya kurd, ji hemû mafên xwe yên milî, desthilatdarî, serwerî bê par e.

     

    Neteweya kurd, divê mafên xwe yên milî, desthilatdarî, serwerî qezenç bike. Qedere xwe bi îradeya xwe tespît bike.

     

    Neteweya kurd, di qonaxa serxwebûn û azadiyê de ye. Ew jî bi têkoşîna rizgarî û serxwebûna milî çareser dibe.

     

    Têkoşîna rizgarî û serxwebûna milî li Bakûrê Kurdistanê, têkoşîna hemû kesên kurd e. Hemû çîn û  tebeqeyên kurd e. Hemû rewşenbîrên, gundiyên, karkerên, sermeyedarên, axayên, serokeşîrên, mîrên û şêxên Kurdistanê ne. Kurdên sunî û elewî ye. Kurdên bawermand û bê bawermand e. Kêmneteweyên Kurdistanî ne. Nasyonalîstên, sosyalîstên, lîberalên, sosyal demokratên, dindarên Kurdistanê ne. Hemu rêxistin, partî, û grûbên siyasî yên Kurdistanî ne. Yên hemû komeleyên siwîl e. Yên jin, mêr, ciwanên Kurdistanê ne.

     

    Loma divê hemû kurd bi hev re di nav xebat û têkoşîna rizgarîxawaz û serxwebûnxwaz de bin.

     

    Dema ku neteweya kurd mafên xwe yên milî qezenç neke û dewleta xwe ava neke, tu kesên xwediyê fikir û proje û sîstemê cûda nikarin armancên xwe pêk bînin.

     

    Divê beriya her tiştekî em bibin xwediyê mala xwe  yanî dewleta xwe.

     

    Ji bona xebata rizgarîxwaz û serxwebûnxwaz û dewletxwaz jî xebeteke hevbeş û rêxistinî ya hevbeş pêwîs t e.

     

    Ji bona avakirina vê rêxistinê divê KONGREYEKE MILÎ bê li darxistin.

     

     

    Divê hemû berpirsiyarên çîn û  tebeqeyên Kurdistanê; hemû rewşenbîrên Kurdistanê; berpirsiyarên gundiyên, karkerên Kurdistanê; sermeyedarên, axayên, serokeşîrên, mîrên û şêxên Kurdistanê;  Kurdên sunî û elewî; Kurdên bawermand û ne bawermand; Kêmneteweyên Kurdistanê; Nasyonalîstên, sosyalîstên, lîberalên, sosyal demokratên, dindarên Kurdistanê; berpirsiyarên hemu rêxistin, partî, û grûbên siyasî yên Kurdistanê; berpirsiyarên hemû komeleyên siwîl; berpirsiyarên  jin û ciwanên Kurdistanê; beşdarî vê kongreyê bibin.

     

     

    Ev bi hev re encama niqaşeyek û xebateke bi plan ya demokratîk bernameyek kurt û zelal; destureke demokrat û plûral û hiqûqa navnetewî dipejirîne;  bipêjirînin. Rêxistnek û tevgereke hevbeş ava bikin.

     

    Amed, 02. 03. 2018

    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    YILMAZ ACU BİR İNSANLIK ABİDESİNE VEDA: MERHUM FERİT BORA
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Başkan Ali Erdem: ‘Gazze’nin
  • Diyarbakır’da Akboz Siemens Dualarla Açıldı
  • Yeniden Refah Partisi Diyarbakır İl
  • Kardelen Hareketi’nden Tarihi Karar: 24
  • 15 Metrekarelik Dükkânda Bir Ömür: 76
  • Diyarbakır’da Motosiklet Festivali Renkli
  • Çitil Ailelerinin Mutlu Günü Diyarbakır’da
  • Esentepe Büryan Lokantası Dualarla Açıldı
  • FOTO GALERİ Tümü

    • RASTGELE RESİMLER

    • Komik Resimler

    • Manzara Resimleri
    ÖZEL HABER
  • Bağlar’da kaçak hayvan kesimine büyük darbe: 23 iş yeri
  • Acil Tıp Uzmanı Dr. Ayhan Tabur’un Görev Aşkı Takdir Topluyor
  • CHP Silvan İlçe Kongresi 29 Eylül’de Yapılacak
  • Diyarbakırlı duyarlı iş adamı Bozkuş, öğrencileri unutmadı
  • Havalimanında Unutulan Eşyalar Diyarbakır’da Vatandaşlarla
  • Muş’tan Diyarbakır’a Uzanan Mutluluk
  • Feyza Tekidi, Yılmaz Atalay ile dünyaevine girdi
  • Diyarbakır’da Okul Kıyafeti Tartışması: “Bizi Hedef
  • Tosunlu 'dan İsrail’e Sert Tepki: “İnsanlık Suçu İşleniyor,
  • Özdemir ve Çelik Ailelerinin mutlu günü
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Günün en çok izlenen komik video

    • Davos'un Arka Planı

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2025 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi