Bugün: 07 Ekim 2025 Salı
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Diyarbakırlı Esnaflar Kaldırım, ve Asfalt…
    Hasan Doğan: “Ne tehdide ne…
    Hazro Belediye Başkanı Fuat Mehmetoğlu:…
    Çüngüş’te Bağ Bozumu ve Nar…

    Li Sûriyeyê desthilatdariya herêman tên guhertin…

    25 Ekim 2019, 23:31
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com

    Îbrahîm GUÇLU

    (ibrahimguclu21@gmail.com)

     

    Li Sûriyeyê di van rojên dawî de, bi taybetî jî piştî operasyona dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê, guherttinên bi lezî pêk hatin. Cî û mîsyona rêxistinan û dewletan hatin guhertin.

     

    Li aliyekî beşek dewletan gelek tişt qezenç kir, Emerîka û hevalbendên wê wenda kir.

     

    Guhertina mezin ew bû ku PKK/PYDê her çiqas ji aliyê Emerîkayê de çekdar û perwerdeyi ya leşkerî bibû jî, li hemberî êrîşa dewleta tirk nikarî zêde li ber xwe bide. Loma jî navendên bajarên Serê Kaniyê û Grê Spî di 3-4 rojan da ket bin kontrola dewleta Tirk.

     

    Mûkawemeta PKK/PYDê li her du bajaran, ji Efrînê qelstir bû. Vê yekê him ji bona kurdan kurdan û him jî ji bona dinyayê bû sukûtî xayal.

     

    Emerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê û hemû dinyayê serketina Dewleta Tirk ewqas zû nedipa. Loma jî piştî ku Dewleta Tirk zû bi serket, jêbera wan xirab bû; Emerîkayê û tîfaqkarên wê siyaset û stratejiya xwe li hemberî Dewleta Tirk ber bi guhertinê birin.

     

    Wek tê zanîn û dinyayê jî jê re şahîdî kir, ku  piştî  Dewleta Tirk dest bi operasyona leşkerî ya dagirkerî kir û li herdu bajaran serkeftî bû,  Emerîkayê biryar da ku leşkerên xwe ji Sûrîyeyê û bi taybetî jî, ji Kurdistanê bikşîne; çekdarên xwe û şervanên şerê xwe yê wekaletê PKK/PYDê, bi tenê bihêle û piştgirî neke.

     

    Dema ku Emerîkayê biryar da ku leşkerên xwe ji Sûrîyeyê bikşîne, rastî jî  guhertinên bi leztir çêbûn.

     

    Şerê hêz û dewletan li ser axa Sûrîyeyê qerektereke nû qezenç kir.

     

    Denklem hatin guhertin.

     

    Qaxiz ji nûve li hev ketin.

     

    Tîfaqên nû pêk hatin û yên nû jî dê pêk bên.

     

    Ji bona belavbûna tîfaqên heyî şertên nû qewimîn.

     

    Hêz û dewlet, desthilatdariya herêman wenda dikin û qezenç dikin.

     

    Grê Spî û Serê Kaniyê diyar e kuı ji desthilatdariya PKK/PYDê derket, ket bin desthilatdariya Dewleta Tirk.

     

    Dewleta Tirk, demek berê jî li Cerablûsê û El-Babeyê dawiya desthilatdariya PKK/PYDê û DAEŞê anî û bû desthilatdar.

     

    Dewleta Tirk dîsa demek berê, dawiya desthilatdariya PKK/PYDê li Çiyayê Kurd (Efrînê) anî bû. Li wir bibû desthilatdar.

     

    Wusa xuya dike ku PKK/PYDê Kobanî dê teslîmî Rejîma Baasê, Rûsyayê û Îranê bike.

     

    PKK/PYDê amade ye ku  Reqqayê jî teslîmî Rejîma Baasê bike.

     

    Emerîkayê her çiqas berê soz dabû ku Menbîcê teslîmî Dewleta Tirk bike jî, piştî operasyona dagirker a Dewleta Tirk, dewleta Tirk siza kir. Menbîç neda Dewleta Tirk. Emerîkayê û PKK/PYD, Menbîç teslîmî Rejîma Baasê û Rûsyayê kirin.

     

    Li Hasekiyê û Qamişliyê Rejîma Sûriyeyê bi PKK/PYD bi hev re desthilatdar bûn. Diyar e ku piştî operasyona Dewleta Tirk,  Rejîma Baasê desthilatdariya xwe ya berê dê li Hasekiyê û li Qamişliyê ava bike û bibe hakîmê bajar û bajerokan.

    .

    Di encamê de diyar e ku Dewlet û Rejîma Sûriyeyê piştî ewqas xirabiyan li ser piya ye. Xurttir e û bi qezençtir e.

     

                                           

                                           *****

     

    Emerîkayê piştî ku dît ku PKK/PYDyî dê bi temamî li Grê Spî û Serê Kaniyê îmha bibin, Hikûmeta Emerîkayê  bi lezû bez hatin Tirkiyeyê, bi Tirkiyeyê re peymanek çêkirin.

    Peymana di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de  di 17.10.2019an de çê bû.

     

    Dewleta Tirk encama vê peymanê:

     

    1-Zora Emerîkayê bir,

    2-Biloqaşa Êmerîkayê û navneteweyî ya li dijî xwe şikand,

    3-Di siyaseta xwe ya Herêma ewlewî de biserket. Emerîkayê Herêma Ewlewî ya Dewleta Tirk qebûl kir. Dewleta Tirk kontrola Herêma Ewlewî xist bin destê xwe.

    4-PKK/PYDê perîşan bû,

     

    Bi vê peymanê firotina PKK/PYDê ji aliyê Emerîkayê ve deşîfre bû. Kurd carek din bi xiyaneta Emerîkayê ve rû be rû bûn. Di vê xiyanetê de şerîkatiya PKK/PYDê gelek vekirî û hêsanî hate dîtin.

     

    Mîsyona PKK/PYDÊ ya ku eleqa wê bi Kurd û Kurdistanê tune ye, bi her awayî  deşîfre bû. Derket holê ku PKK/PYDê ji bona neteweya kurd ne, ji bona xwe herêmên desthilatdar ava kiriye.

     

    Peymanê gelek aşkere derxist holê ku PKK/PYDê xizmetî dewletên kolonyalîst dike. PKK/PYDê rastî jî ji Emerîkayê re ne tîfaqkar e, leşker e.

     

    Berîya vê peymana Dewleta Tirk Emerîkayê îlan kir ku jî PKK/PYDê dê bikeve bin xizmeta Dewleta Sûrîyeyê û Rûsyayê û Îranê.

     

    Peymanê derxist holê ku ji bona kurd bên kûştin û bikevin bin xeterî yê, PKK/PYDê jî xwediyê mîsyonekê ye.

     

                                          *****

     

    Peymana Dewleta Tirk û Emerîkayê pêşiya herikandina xwîna kurdan, kûştina kurdan û ciwanên kurdan girt. Lê bi operasyon û dagirkeriya dewleta Tirk, birîna neteweya  kurd  kurtir bû.

     

                                        *****

     

    Piştî dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirk ve, peymana hat çêkirin. Mîsyona Emerîkayê li Suriyeyê qedand. Derket holê ku Emerıka xwediyê tu stratrejî û projeyê nebûye li Sûriyeyê.

    Emerîka tu wext jî nefikiriye ku kurdan biparêzin û ji bona kurdan dewlet ava bikin.

     

                                           *****

     

    Piştî dagirkerî û operasyona Dewleta Tirk, Rûsya, li Suriyeyê, bû xwediyê roleke mezin. Di dereceya duyemîn de Dewleta Tirk xwediyê rolekê ye li Sûriyeyê.

     

                                           ******

     

    Sûriye ji guhertinên nû yên neyênî re amade ye. Li Sûriyeyê pêvçûn û şerê nû dê bên holê.

     

    Amed, 25. 10. 2019

     

    Têbinî: Di nivîsa bê de ezê Peymana Dewleta Tirk û Rûsyayê şirove bikim.

     

    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    YILMAZ ACU BİR İNSANLIK ABİDESİNE VEDA: MERHUM FERİT BORA
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Diyarbakırlı Esnaflar Kaldırım ve Asfalt
  • Hasan Doğan: “Ne tehdide ne şantaja boyun
  • Hazro Belediye Başkanı Fuat Mehmetoğlu:
  • Çüngüş’te Bağ Bozumu ve Nar Festivali
  • Soğuk algınlığı şikayetleri arttı,
  • Başkan Ali Erdem: ‘Gazze’nin
  • Diyarbakır’da Akboz Siemens Dualarla Açıldı
  • Yeniden Refah Partisi Diyarbakır İl
  • FOTO GALERİ Tümü

    • Komik Resimler

    • Manzara Resimleri

    • RASTGELE RESİMLER
    ÖZEL HABER
  • Soğuk algınlığı şikayetleri arttı, vatandaşlar şifalı
  • Bağlar’da kaçak hayvan kesimine büyük darbe: 23 iş yeri
  • Acil Tıp Uzmanı Dr. Ayhan Tabur’un Görev Aşkı Takdir Topluyor
  • CHP Silvan İlçe Kongresi 29 Eylül’de Yapılacak
  • Diyarbakırlı duyarlı iş adamı Bozkuş, öğrencileri unutmadı
  • Havalimanında Unutulan Eşyalar Diyarbakır’da Vatandaşlarla
  • Muş’tan Diyarbakır’a Uzanan Mutluluk
  • Feyza Tekidi, Yılmaz Atalay ile dünyaevine girdi
  • Diyarbakır’da Okul Kıyafeti Tartışması: “Bizi Hedef
  • Tosunlu 'dan İsrail’e Sert Tepki: “İnsanlık Suçu İşleniyor,
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!

    • Günün en çok izlenen komik video

    • Davos'un Arka Planı
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2025 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi