Bugün: 07 Ekim 2025 Salı
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Hazro Belediye Başkanı Fuat Mehmetoğlu:…
    Çüngüş’te Bağ Bozumu ve Nar…
    Soğuk algınlığı şikayetleri arttı, vatandaşlar…
    Başkan Ali Erdem: ‘Gazze’nin Yalnızlığına…

    PKK Û HEVALBENDÊN WÊ LI KURDISTANÊ BI DAXWAZA ÎRANÊ DEST BI ÊRÎŞÊN TERORÎSTÎ KIRIN…

    11 Aralık 2020, 09:34
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com
    Hîç şik tune ye Herêma Federe ya Kurdistanê welatekî parlamenterîst, demokrat, pirpartî, maf û azadî parêz e. Desthilatdariya siyasî bi hilbijartinên demokratîk tê gûhertin. Meclîs, bi hilbijartinê ji mebûsên neteweya kurd û hemû neteweyên din û bi berendamên partiyên Kurdistanê û serbixwe ava dibe. Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê Meclîsê ve tê hilbijartin.
    Hikûmeta dawî jî, ji piraniya partiyên Kurdistanî, berpirsên grûbên olî (îslamî, xirîstiyan, êzîdî) û mezhebî pêk hatiye. Hikûmeteke gelekî demokrat û plûral e.
    Li Herêma Federe ya Kurdistanê her kes, her grubeke civakî, her neteweyek, her grûbeke fikrî, her partî û rêxistina Kurdistanê, her olek, û her mezhebek xwediyê mafên kesayetî û kolektîf in; bi azadî maf û azadiyên kesayetî û grûbî (kollektîf) bi kar tînin. Loma jî xwediyê maf in ku fikrên xwe bi her awayî îfade bikin, daxwazên xwe ji hikûmetê re bi awayekî demokratîk pêşkêş bikin.
    Xwepêşandan yek platforma mafê demokratîk e. Encama azadiya fikrî û ramanî ye. Hemwelatî û grûbên cûdafikir daxwazên xwe yên siyasî û aborî di xwepêşandanan de pêşkêş dikin. Li Herêma Federe ya Kurdistanê jî ev platforma bi awayekî azadî û demokratîk tê bi kar anîn.
    Hezar mixabin di van çend rojên dawî de tê gotin kul i Herêma Federe ya Kurdistanê xwepêşandan tên li darxistin.


    Lê dema ku armanca xwepêşandaran, metodên di xwepêşandanan de hatine/tên bi kar anîn, hêzên organîzekirî bidî berçav; beregehên partiyan şewitandin, bombabaran û gûlebaran kirin diyar dike ku qewimandinên li Herêma Federe ya Kurdistanê xwepêşandanên xwezayî û demokrat nînin. Maf û azadiyên kesayetî û kollektîf bi kar anîn nîne. Terorîzm e. Tahrîbkirina sîstema demokratîk ya Herêma Federe ya Kurdistanê ye.
    Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî xwepêşandanan wek maf û azadî dipejûrine. Lê ew jî dibêje ku ew qewimandinên li Kurdistanê ne xwezayî ne û ne demokratîk in. Ne xwepêşandan in.
    Serok wezîrê Kurdistanê dibêje ku: Bêguman Hikûmeta Herêma Kurdistanê bargiranî û jiyana dijwar a welatiyan hîs dike û spasiya xweragiran jî dike û xwepêşandanên aştiyane û şaristanî jî, weke mafekî rewa dibîne di çarçoveya yasayan de, lê hewla têkbirin û wêrankarî, ji daxwaza rewa ya xelkê cuda ye.


    Loma saziyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê ligel parastina giyana hemû welatiyan, tevî xwepêşanderan, rê li ber alozî û tevlihevî û tundî û têkbirina cihên giştî û baregehan bigre û mixabin hinek kes dixwazin debara xelkê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bînin û bi hinceta berevaniya maf û daxwazên xelkê Kurdistanê, hewla têkbirin û şewitandin û aloziyan didin.”
    400 rewşenbîr, nivîskar, hiqûqzane, rojnamevan, karmend, pêşengên civatê wek di deglerasyona xwe de diyar kiribû armanca çalakiyan vekirî ye.
    Ew armanc ji bona dema dirêj: Rûxandina Herêma Federe ya Kurdistanê ye.
    Ji bona dema navîn: Sileymaniyê ji Herêma Federe ya Kurdistanê qetandin û bi Iraqê re girêdane.
    Armanca rojane jî: Ji bona Îranê Şengal ciyekî stratejîk e. Îran naxwaze ku Şengal ji destê wan û hêzên wê yên rerorîst û dagirker dernekeve. Loma jî PKKê yî bi cilên leşkerên Iraqê vedigerin Şengalê. Li xendekan û li çiyan xwe vedişêrîn. Rastiyên li Şengal diqewinin veşartine.
    Loma jî maaş wek sedem hat diyar kirin, lê çalakiyên terorîstî û exrîbkirinê hatin kirin.
    Gelek aşkere ye ku PKKê dibêje ku “serhildan” li Herêma Federe ya Kurdistanê pêk hatiye. Ev jî diyar dike ku armanca çalakiyan xirakirina Herêma Federe ya Kurdistanê ye.
    Di van çalakiyên de 9 hemwelatiyên Kurdistanê hatin kûştin, ji sedî zêdetir hermwelatî brîndar bûn. Beregehên partiyan hat şewitandin. Ala Kurdistanê hat şewitandin.

    Zirareke mezin ya malî jî heye.
    Çendîn belge diselmînîn ku deste PKKê û destên ÎRANê di xwepêşandanên devera Silêmaniyê de heye.Berpirsiyarên Kurdistanê jî diyar kirin ku PKKyi di nav çalakiyên terorîst de hatine girtin.

    Ligor ew belgeyên di destê BasNewsê de hene ku ji reye xwepêşandanan hatine bidestxistin diselmînin ku destê PKKê û destên ÎRANê di xwepêşandanên li devara Germiyan û Silêmaniyê hene. PKK û Îran, bi rêya xwenîşandanan navendên baregehên siyasî û hikûmî dişewitînin û êrîşî hêzên emnî dikin.


    Divê ku Meclîsa Kurdistanê, Serokatiya Kurdistanê, Hîkûmeta Kurdistanê, partiyên Kurdistanê ev rastiyên tehl bibînin. Pêşiya van xirabiyan bigrin. PKKê an bê çek bikin, an jî ji Kurdistanê derxin.

    Wek me 400 kurdî gelek aşkere ji raya giştî diyar kir; ji Meclîs û Serokatî û Hikûmeta Kurdistanê re jî pêşkêş kir, Herêma Federe ya kurdistanê di bin xeteriyeke mezin de ye. Ev xeterî bi destên gelek hêzên ne yasayî, biyanî, terorîst, dagirker çê dibin. PKKê li Herêma Federe ya Kurdistanê.hêza xeter ya serekê ye


    Herêma Federe ya Kurdistanê hêlîn û mala 50 mîlyon kurdên çar beşan û kurdên dinyayê ne. Divê hemû kurd ji hêlîn û mala xwe re xwedı derkevin. Li hemberî hêzên xeter yên li Herêma Federe ya Kurdistanê helwesta xwe zelal bikin û bikevin nav têkoşînekê. Ji bona ku PKKê ji Herêma Federe ya Kurdistanê bê derxistin em dengên xwe bilind bikin. û xebat bikin.


    Helwesta me di çarçovaya Deklarasyona 400 kurdî de ye. Em carek din dibêjin ku bila Meclîsa Kurdistanê, Serokatiya Kurdistanê, Hîkûmeta Kurdistanê, partiyên Kurdistanê van rastiyên tehl bibînin.
    Pêşiya van xirabiyan bigrin.

    Diyarbekîr, 11.12.2020
    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    YILMAZ ACU BİR İNSANLIK ABİDESİNE VEDA: MERHUM FERİT BORA
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Hazro Belediye Başkanı Fuat Mehmetoğlu:
  • Çüngüş’te Bağ Bozumu ve Nar Festivali
  • Soğuk algınlığı şikayetleri arttı,
  • Başkan Ali Erdem: ‘Gazze’nin
  • Diyarbakır’da Akboz Siemens Dualarla Açıldı
  • Yeniden Refah Partisi Diyarbakır İl
  • Kardelen Hareketi’nden Tarihi Karar: 24
  • 15 Metrekarelik Dükkânda Bir Ömür: 76
  • FOTO GALERİ Tümü

    • RASTGELE RESİMLER

    • Komik Resimler

    • Manzara Resimleri
    ÖZEL HABER
  • Soğuk algınlığı şikayetleri arttı, vatandaşlar şifalı
  • Bağlar’da kaçak hayvan kesimine büyük darbe: 23 iş yeri
  • Acil Tıp Uzmanı Dr. Ayhan Tabur’un Görev Aşkı Takdir Topluyor
  • CHP Silvan İlçe Kongresi 29 Eylül’de Yapılacak
  • Diyarbakırlı duyarlı iş adamı Bozkuş, öğrencileri unutmadı
  • Havalimanında Unutulan Eşyalar Diyarbakır’da Vatandaşlarla
  • Muş’tan Diyarbakır’a Uzanan Mutluluk
  • Feyza Tekidi, Yılmaz Atalay ile dünyaevine girdi
  • Diyarbakır’da Okul Kıyafeti Tartışması: “Bizi Hedef
  • Tosunlu 'dan İsrail’e Sert Tepki: “İnsanlık Suçu İşleniyor,
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Günün en çok izlenen komik video

    • Davos'un Arka Planı

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2025 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi