SON DAKİKA
![]() ![]() ![]() ![]() Ziyareta Serokê Kurdistanê Li Ewrupayê û li Emerîkayê Gelek Girîng E…Wek tê zanîn li Rojhilata Navîn guhertinên bingehî bi gelek xeteriyan pêk tên. Li Misirê piştî derbaya leşkerî, makezagonek hatiye amade kirin. Ji bona makezagonê referandum pêk tê. Ji aliyekî de li hemberı darbeya leşkerî protesto û têkoşîna hevalbendên Musrî û Birayên Misilman dom dikin. Darizandina Musrî ya nehiqûqî ji dom dike. Li Lubnanê bûyerên gelek nexweş diqewîmin. Serokwezîrê Lubnanê di encamê de biryar da ku bir Hizbûllahê re hikûmet ava bike. Ji bona vê hewildayin dom dike. Mijara girîngtir ya herêmê Suriyeyê ye. Li Sûriyeyê şerê navxwe/hûndir dom dike. Dihat payîn ku Rejîma Baasî û Beşar Esadî dê di demek nêzik de dawî bê. Hemû hesab rast derneketin. Lewra pirsa Sûriyeyê bû pirsek navneteweyî ya girîng. Mirov dikare bibêje ku dinya, di destpêkê ji bona Sûriyeyê bû du beş. Li aliyekî Rûsya, Îran, Iraq, Çîn; hêzên bi wan re girêdayî piştgirên rejîma baasî bûn. Li aliyê din Emerîka, Yekîtiya Ewrupayê, Tirkiye, Katar, Sûûdî Erebîstan hevalbendên mûxalefetê bûn. Dixwastin ku rejîma baasê bê ruxandin. Hezar mixabin piştî ku di wextê de mûdaxeleyek navneteweyî çê nebû, hêzên îslamî yên radîqal yên terorparêz li Sûriyeyê xûrt bûn. Wê demê hevalbendên Sûriyeyê (Tirkiye ne têde) nexwestin ku desthilatdarî, bikeve destê hêzên îslamî. Loma jî Rûsya û Emerîkayê li ser îmhakirina çekên nukleerî li hev kir. Xwestin ku bi awayekî aşitî u demokratîk li Sûriyeyê guhertin pêk bê. Loma jî li Cenewreyê konferansa 2-emîn dê were li darxistin. Li tevayî herêma Rojhilata Navîn terora El-Qaîdeyê gelek girîng e. Rêxistina Dewleta Baxdayê û Suriyeyê ya Îslamî şerê xwe firehtir kiriye. Dixwaze li Iraqê û li Sûriyeyê desthilatdarî bigre destê xwe. Bi taybetî serê Iraqê di belayek mezin de ye. Li Iraqê bi terora rêxistinên îslamî her roj bi dehan kes tên kûştin. Li Iraqê di heman dem de erebên sûnî jî şerên xwe didomÎnin. Li gelek herêman jî kontrol girtine destên xwe. Ev hemû bûyer û qewîmandin nîşan didin ku pirsgirêk a mezin jî Hikûmeta Malîkî ye. Ji hikûmeta Malîkî: Kurd, erebên sûnî, beşek mezin erebên şîa eciz in. Malîkî desthilatdariyek otorîter û nedemokrat didomîne. Li Tirkiyeyê jî bûyerên gelek girîng diqewîmin. Ev pêvajoya taybet ya li Tirkiyeyê bi “Bûyerên Geziyê” dest pê kir. Di meha 12-an di roja 17emîn gûrtir û xetertir bû. Wek tê zanîn di wê tarîxê de li Tirkiyeyê li hemberî hikûmetê “lêpirsîna gendalî û ruşwetê” dest pê kir. Hikûmetê ev lêpirsîna wek di bûyerên Geziyê de anîbû ser zimên got ku “li hemberî hikûmetê darebeyek” heye. Ev darbeya jî ji aliyê “dewleta paralel” de hatiye kirin. Loma hikûmetê li hemberî dadweriyê, li hemberî emniyetê û polîsan; li hemberî dadgehên herêmî û bilind; li hemberî qadî û dozgeran şer kir. Dema ku ji “dewleta paralel” hat qal kirin, “Tevgera Gulen” tewanbar hat kirin. Loma jî hikûmetê li hemberî “Tevgera Gulen” şerekî mezin dest pê kir. Hikûmetê berê jî di dema “Xwepêşandinên Geziyê” de li hemberî mitefîqên xwe yên demokrat, lîberal demokrat û lîberal çep şer dest pê kiribû. Hikûmetê li hemberî Yekîtiya Ewerûpayê û Emnerîkayê jî şer dike. Ji bona xwe li mitefîqên nû digere. Ew şer a her roj jî ber bi gûrbûnê diçe. ***** Ew qewîmandinan bi tevayî nîşan dide ku Rojhilata Navîn bi statuya heyî û bi rejîmên heyî nikare heta heta dom bike. Rojhilata Navîn ji statuyek nû re afis e. Bi taybetî jî girêdayî statuya Kurdistanê û miletê kurd yê parçekirî ev guhertina statuyê wek mitleq û cebrî xuya dike. Lewra statuya Rojhilata Navîn di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hat tespît kirin. Piştî Şerên Cîhanê, bi taybetî jî di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li dinyayê statuyek nû hat ava kirin. Di statuya Rojhilata Navîn de guhertinek pêk nehat. Bes li Rojhilata Navîn ji bona Yekîtiya Sovyetan jî qadek a nufûzê/desthilatdarî çê bû. Di rewşa Kurdistan û miletê kurd de hîç guhertinek nebû. Loma jî şerê milî û rewa û heq yê miletê kurd domand. Miletê kurd bi destê dewletên kolonyalîst hatin qetil kirin. Ji bona Kurdistan vala bibe, sirguna komî û civakî dom kir. Di şertên îro yên Rohilata Navîn de rewşa Kurdistanê gelek girîng e. Li Kurdistanê jî guherandinên gelek bingehî pêk tên û bûyerên gelek girîng di rojevê de ne. Bi taybetî jî girêdayî helwesta Hikûmeta Federalî ya Malîkî li Başûrê Kurdistanê; girêdayî rewşa Sûriyeyê û şerê hûndir, rewşa Rojavayê Kurdistanê gelek girîng e. Ez naxwazim bi tevayî li ser rewşa her çar beşên Kurdistanê rawestim. Bes ez dixwazim li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û ziyareta Serokê Kurdistanê li Ewrûpayê û li Emerîkayê rawestim. Ziyareta Serokê Kurdistanê li Ewrûpayê û li Emerîkayê di van şertan de gelek girîng xuya dike. Bi taybetî jî beriya Konferansa Cenewre ya Duyemîn jî, rewşa Sûriyeyê minaqeşe kirin gelek girîng e. Loma jî Serokê Kurdistanê, ji aliyê Ewrûpayê û Emerîkayê de hat vexwendin. Gelek aşkere ye ku di Rojhilata Navîn de statuyê bê guhertin. Di vê guhertina statuyê de rewşa Kurdistanê gelek girîng e. Serokê Kurdistanê hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn aktorek girîng e. Lewra li Kurdistanê rejimek demokratîk û sekuler heye. Serokê Kurdistanê jî serokekî civakî û demokrat e. Emerîka û Ewrûpa dixwazin di statuya nû ya Rojhilata Navîn de bi giştî Kurd û bi taybet jî Serokê Kurdistanê rolek bigre ser milê xwe. Loma jî di ev ziyerata Serokê Kurdistanê de rewş û statuya Rojhilata Navîn dê bi Serokê Kurdistanê re bê qise kirin. Yanî dê li ser plan û projeyên demdirêj rawestin. Rewşa Sûriyeyê pirr girîng e. Emerîka, Rûsya, Ewrûpa dixwazin ev pirsa çareser bibe. Di çareseriya Sûriyeyê de statuya nû dê çawa bibe. Sûriyeyê dê bibe du beş û an bibe sê beş, ew mijarek gelek girîng e. Di çareserkirina pirsa Sûriyeyê de Kurd bi tevayî aktorek girîng û stratejîk in.. Loma jî bê kurdan statuya Sûriyeyê nikare bê tespît kirin. Avakirina rejîmek demokratîk, plûral, sekuler, parlamenter û pir partitî ava nabe. Lê li Sûriyeyê ji aliyê kurdan de pirsgirêkek gelek mezin heye. PKK/PYDê piştgirên rejîma baasê ne û çekdar in. Li Kurdistanê jî, di bin siya Rejîmê de dîktatoriyek avakirine û li gel tade dikin û nahêlin ku ji derveyî wan rêxistin û siyasetmedarên kurd xebata xwe bimeşînin. Kurdistan jî kirine sê beş. Dinya dema ku bixwaze ji dîktatoriya baasê û Beşar Esadî xelas bibin, naxwazin ku li Sûriyeyê jinûve sîstemên otorîter ava bibin. Ji aliyê dinyayê de ev dîktatoriyên nû qet nayên pejirandin. Lewra ji bona wê bi mûxalefeta çekdar ya îslamî ya terorîst re alîkarî nehat kirin û mûdaxaleyek navneteweyî pêk nehat. Serokên Emerîkayê û Ewrûpayê, mijara Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dê bi Serokê Kuırdistanê re qise bikin. Lewra Serok Barzanî li Rojavayê Kurdistanê jî aktorekî girîng e. Li Iraqê qrîza rejîmê heye. Malîkî dewletê wek dewletek federal ne, wek dewletek unîter û merkezî ya erebî ya şiayî birêve dibe. Ew jî di serî de kurdan, erebên sûnî û beşek erebên şîa û kêmneteweyan gelek eciz dike. Ew jî dibe sedem ku li Iraqê demokrasî pêk naye û neheqî ji holê ranebe. Herêmên federe ava bibin. Ereb dixwazin li navîna Iraqê û başûrê Iraqê herêmên xwe yên federe ava bikin: Hîkûmeta Malîkî îzin nade. Ji bona ku hikûmeta Malîkî sîstema demokratîk û federal nameşîne, di nevbera hikûmeta Malîkî û hikûmeta Kurdiastanê de problemên mezin hene. Ji bona ew probleman çareser bibin gelek caran civîn pêk hatin û peyman çêbûn, hezar mixabin Malîkî xalên wan peymanan bi cî û cî nekir. Loma jî piştî her peymanek û hevûdîtinekê qrîz derketin hole. Di van rojên dawî de jî ji bona ku pirsgirêk çareser bibin serokwezîrê Kurdistanê çû Baxdatê û bi Malîkî re civîn pêk anî. Di van demêm dawî de bi taybetî peymana petrolê ya di navbera Tirkiyeyê û hikûmeta Kurditanê de, dci navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Malîkî de pirsgirêkek gelek mezin û girîng e. Emerîka jî di vê pirsê de teref e. Helwesata xwe nêzikî Malîkî nîşan dide. Hîç şik tuna ye ku mijara neftê/petrolê jî dê di navbera Serokê KurdiStan û Serokê Emerîkayê de bê qise kirn. Pirsa girîngtir jî, dema ew helwesta Malîkî ya ne demokrat û federal dom bike; Kurd û Kurdistan ji navendê dûr dikeve. Ber bi serxwebûnê biçe. Ez di wê bawriyê de me ku pêşeroja Iraqê jî dê bê qise kirin. Girêdayî ev sedaman hevûdîtina Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û Eemerîkayê gelek girîng e. Yükleniyor...
|