Bugün: 24 Ağustos 2025 Pazar
Anasayfam Yap Favorilere Ekle Künye
Yeni Üyelik Üye Girişi
  • Ana Sayfa
  • Foto Galeri
  • Video Galeri
  • Seri İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Tüm Yazarlar
  • İletişim
  • SON DAKİKA
    Çermik’te Melike Belkıs Şenliği Coşkuyla…
    Çermikliler Büyük Konserde Buluşuyor
    Atik ve Yavuz Ailelerinin Düğünü…
    Çermik’te İstişare Toplantısı ve İnceleme…

    Emer Çetînê Reformxwaz û Kêmasiyên Merasîma (Rewresma) Wî…

    04 Eylül 2014, 23:50
    12
    14
    16
    18
    ibrahim GÜÇLÜ ibrahimguclu21@gmail.com

    Emer Çetînê Niyazî Axa, 5-sal in ku bi nexweşiya pençeşêrê ketibû. Hezar mixabin ew di 30yê Tebaxa 20145-an de çû ser dilovaniya xwe.

    Me, her çiqas ji bona ku em bernameyek rewresmê ya têkûz û dewlemend amade bikin, pêşniyar kir ku Emer Çetîn rojekê derng gor bibe jî, ji aliyê malbatê de nehat pejirandin. Ev yeka kêmasiyek mezin bû.

    Ew, di 31-ê Tebaxa 2014-an de piştî nîvro li gûndê wî Safiyayê (Amed-Bîsmîl) hat veşartin.

    Ji bona ku bi lez hat veşartin, gelek dost û hevalên wî nikarîn ku di merasîma gorkirina wî de amade bin.

    Ji her rengî û fikrî kes, nivîskar, siyasetmedarên kurd beşdarî merasîma gor kirina wî bûn. Ji hewirdora PKKê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Firat Anli jî beşdarî merasîmê bibû. Diyar bû ku li ser navê xwe beşdar bibû. Her kes baş dizane ku Emer Çetîn nedixwest ku PKKêyî li ser mezelê wî amade bin. Lewra Emer Çetîn di wê baweriyê de bû ku PKKê ji aliyê dewleta kolonyalîst de hatiye avakirin û Ocalan jî mirovê dewletê ye. Loma jî Dewlet û PKK bi deh hezaran kurdperwer û kurd kûştin.

    Hevalên ku piştî salên 1980-yî ji wî re digotin ku “ew xayinê partiyê ye” jî li ser mezelê wî bûn. Lê tê zanîn ku beşekî wan demek dirêj e ku dev ji ew baweriya xwe berda bûn. Bi Emer Çetîn re di nav pêwendiyê de bûn. 

    Li ser mezelê wî: Osman Karavîl, Eyup Alacebeg, li ser navê DDKD- Hewildana Partiyek Kurdistanê jî Halim Îpek axevtin kir. Van sê hevalan qala bes xebat û têkoşîna wî ya heta 1982-an kirin. Lê ji dema Emer çetîn ya reformxwaz ya piştî salên 1990-î qal nekirin. Her çiqas ez ne axevtevan bû jî, min ew merhela pêwîst dît ku wîcdanên bînim ser zimêm.

    Axevtina sê hevalan jî bi giştî maqûl bûn. Lê di axevtina Halîm îpek de beşa di derbarê pirsa Seîd Elçî û Dr. Şivan û hevalên wî de ne maqûl û ne rast bû jî.

                                                              ******

    Demek dirêj e ku Kek Omer Çetîn, heval û dostên min e. Min ew di sala 1968-an de li Stenbolê nas kir. Ew li zanîngeha hiqûqa Stenbolê, ez jî li zanîngeha hiqûqa Enqereyê xwendevam bûm. Pêwendiya me li ser bingeha şoreşgerî, kurdî û kurdperwerî çê bû.

    Dema Di sala 1970-yî de ez Serokê DDKO ya Enqereyê bûm û di hepsê de bûm, ew jî bû damezrênêr û Serokê DDKO ya Amedê. Wê demê pêwendiyên me pêştir ket.

    Piştî sala 1974-an ew ji Îsveçê vegeriya Bakûrê Kurdistanê, wê demê ez jî Li Amedê bajeroka Erganiyê dijiyam. Jinûve pêwendiyên me çêbûn û germ bûn.

    Piştî ku wan Partiya Demokrat a Kurdistanê Li Tirkiyeyê (KDP-T) jinûve reorganîze kirin, ji bona ku em bi wan re pirsa yekîtiyê niqaşe bikin, pêwendiyên me çê bûn. Ji bona ku Emer Çetîn û hevalên wî li Kurdistanê xwe wek partiya yekem ya xûrt didîtin, wan pêşniyara me pirr cidî negirtin. Loma jî em di wê projeyê û pêşniyarê de bi serneketin.

    Piştî wê her kesî di rêya xwe ya taybet ya siyasî û rêxistinî de domand. Di wê merheleyê de pêwendiyên me xûrt nebûn, gelek qels bûn.

    Pêwendiyên me dema ku Partiya Kîtlewî (Girseyî) ya Demokratîk (DKP) ava bibe jinûve germ û nêzik bû. Ez li Îsveçê bûm û ew li Kurdistanê li Amedê bû. Ji bona xebata DKPê dema hat Îsveçê, ew li mala me ma, di navbeyna me de germiyek çêbû.

    Ew jî ji pêvajoya komunîstî derketibû, fikrên lîberal demokrat diparast, ew ketibû pêvajoya reformxwazî û dijstatuparêziyê.

    Divê em rastiyek bînin ser zimên: Dema gelek siyasetmedarên Kurd li metropolan dijiyan, wî jiyana xwe ya siyasî û civakî her dem li Kurdistanê domand.

    Piştî ku ez di sala 1998-an de vegeriyam Tirkiyeyê û Bakûrê Kurditanê dîsa bi wesîleya DKPê dostanî û hevaltiya me xûrttir bû. Piştî DKPê jî ew dostaniya me domand.

    Em di van salên dawî de, bi taybet jî di dema nexweşiya wî de li Amedê û li Gundê wî Safiyayê  gelek caran hatin cem hev. Elbet em car caran jî li davet û li civîna hatin cem hev.

    Ew, di van rojên dawî de di rewşek gelek zehmet de bû. Ez, di van rojên dawî de gelek caran li nexweşxaneyê û li gûndê wî çûm seredaniya wî. Ez di her ziyareta xwe ya wî de li hemberî rewşa wî ya zehmet diheliyam û bi rewşa wî gelek diêşiyam.

    Lê mirina wî em gelek xemgîn kirin.

                                                    ******

    Wek min di rêzên jorîn de jî qal kir, min, ew di sala 1968-an de li Stenbolê nas kir. Ew li Stenbolê wek “Grûba Suleymaniyê” dihatin nas kirin. Ew grûbek kurdewar û Kurdistanî bûn. Lê grubek gelek aktîf nebûn.

    Em jî  wek kesên kurdewar û Kurdistanî di Partiya Karkerên Kurdistanê (TÎPê) de endam bûn.

    Ew endamê partiya karker nebûn. Lê ew û grûba wan dostê partiyê bûn. Wek tê zanîn Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) jî, dosta partiya karker bû. Emer Çetîn û grûba wan jî di wan salan de nêzikî PDKT bûn. Lê qasî ez dizanim ew ne endamê partiyê bû û ew gelek nezikî Seîd Elçî bû.

    Emer Çetîn, agahdarî û xebatên wî û rêxistinên ku wî di nav de cîh girtine nîşan dide ku di cîwantiya xwe de ji bona maf û azadiyên miletê kurd ketiye nav xebata kurditî û tevgera kurd.

    Ew ji serî de gelek zelal bû ku miletê kurd partî û rêxistinên xwe yên xweser ava bike.  Kurd di nav partiyên tirkan de cîh negrin.

    Lê di salên 1976-77-an piştgirî û pêwendiyên wî û tevgera wî, bi CHPê re û nêzikatiya wî Partiya Komunîst ya Tirkiyeyê (TKPê) biçek li dijî ew konsepta wî bû. Ez bawer dikim ku bi tesîra beşek hevalên xwe û siyaseta rojane ya çep û ya sovyetîk ber bi Tirkiyevîbûnê çû.

    Lê ew mijara hewcedarî niqaşeyek kûr û cidî ye.

    Emer Çetîn, dema ku li Stenbolê xwendevanên hiqûqeyê bû, wî bi xendevanên kurd yên li Stenbol û Enqereyê re “Komeleya Azadîxwazên Kurdistanê” îllegal ava dikin. Hîkmet Bûlûttekîn, Reşo Zîlan, Alîbeykoylu, Îsa Geçît, Hesen Acar, gelek kurdperwerên din  jî endamên wê komeleyê bûn.

    Ew komeleya di avakirina DDKOyê de jî bû xwediyê rolekê.

    Emer Çetîn, zanîngeh neqedand û girêdayî pirsgirêkên malbata xwe vegeriya Amedê  Bîsmîlê gûndê xwe.

    Wî, piştî vegera gûndê xwe jî, xebata xwe ya kurditî û Kurdistanî domand.

    Wek tê zanîn pêvajoya avakirina DDKOyê di dawiya sala 1968-an de dest pê kir. DDKO, di sala 1969-an cara yekem li Enqereyê û pişt re jî li Stenbolê ava bû. Di sala 1970-yî de biryar hat girtin ku li Kurdistanê û pêşî jî li Amedê, DDKO ava bibe.

    Emer Çetîn û Edîp Karahan, ew du kes bûn ku dixwestin ku bi lez li Amedê DDKO ava bibe. Hezar mixabin Grûba TÎPê ya di bin serokatiya Tarik Zîya Ekîncî de li dijî avabûna DDKO-yê derketin. Gotin ku “dema DDKO ava bibe partiya karker qels dibe.”  Lê piştî demekê dema ku tevgera faşîst ya sivîl li Amedê xûrt bû, grûba partiya karker jî qane bû: Ya rastî ew mecbûr bûn ku di damezrandina DDKO-yê de cîh bigrin.

    DDKO, di sala 1970-yî de, piştî Erganiyê, Kozlûk, Sîlvan, Batmanê li Amedê ava bû. Emer Çetîn jî bû serokê DDKOyê.

    DDKO piştî Darbeya Leşkerî ya 12-ê Adarê hatin girtin. Di derbarê hemû damezrênêr, berpirsiyar, endamên wê de; biryara girtinê û hepiskirinê hat girtin. Di derbarê Emer Çetîn de jî biryara girtinê hatibû girtin. Loma ew çû Başûrê Kurdistanê.

                                                         ******

    Ew beriya biçe Kurdistanê, ew di heman dem de endamê PDK-T bû û li Başûrê Kurdistanê jî hevalên wî Dr. Şivan, Çeko, Brûsk qempa leşkerî ava kiribûn. Ew,  Mele Evdilkerîm Ceylan, Mehmûd Okûtûcû, Muhterem Bîçîmlî û gelek hevalên wî yên din jî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

    Ew di heman dem de endamê Komîteya Merkezî û Buroya Polîtîk ya PDK-Tê bû.

    Navê wî yê partiyê jî KURDO bû. Piştî derket derve, her kesî ew bi wî navî nas kir.

    Emer Çetîn, Muhterem Bîçîmlî, Necmeddîn Buyukkaya (ew ne endamê partiyê bû): Piştî bûyera Seîd Elçî û Dr. Şivan, pêşî çûn Rojavayê Kurdiatanê, pişt re çûn Lubnanê-Beyrûtê û di dawî de jî di ser Çekoslovakyayê re çûn li Îsveçê bûn penaberên siyasî. Li wir jî xebata xwe meşandin.

    Emer Çetîn û hevalên xwe piştî Ef a giştî ya 1974-an, vegeriyan Bakûrê Kurdistanê. PDK-T jinûve reorganîze kirin. Piştre navê partiyê guhertin kirin KÎP. Tevgera wan di legalîtê de wek Tevgera DDKDê hat nas kirin.

    Emer Çetîn herdu merheleyan de jî berpirsiyariya sekreteriya giştî girt ser milên xwe. Ew berpirsiyariya wî, heta ku ew biçe hepisxaneyê domand.

                                                  ******

    Piştî ku ew û hevalên wan vegeriyan Bakûrê Kurdistanê her kes li hêviyê bû ku ew û hevalên wî dê di derbarê kûştina Seîd Elçî, mahkemekirin û mahkûmkrina Dr. Şivan, Çeko û Brûsk de agahdariyek bidin. Wî û hevalên wî ew yeka nekirin.

    Lê Emer Öetîn bi helwesta xwe ya li dijî PDK a Iraqê û Tirkiyeyê, diyar dikir ku serokatiya otonomiyê/hukmîzatiyê, Serok Barzanî û hevalên xwe ji vê bûyerê berpirsiyar in.

    Her çiqas me gelek caran jî di vê pirsê de jî qise; min bes tiştên giştî ji wî girtin. Lê wî digot ku “ez bîranînê xwe dinivisînim. Ezê li wir li ser vê bûyera girîng û dîrokî jî rawestim.” Lê wî digot ku “piştî ez mirim divê bîranînên min çap bibin.” Min jî her dem digot ku “ev şaş e. Lewra piştı mirina te niqaşeyên bê kirin, dê wek neheqiyek bê zanîn”

    Di Tevgera KÎP/DDKDê de meylekî şidetê hebû, min her dem ew meyla bi mijara Seîd Elçî û Dr. Şivan re girêdida. Ez îro jî di wê baweriyê de me. Min ev nêrîna xwe ji Emer çetîn û hevalên wî re jî gelek caran diyar kir.

    Tê zanîn û derket holê ku kûştina Mehmed Orûç, biryara KÎP/DDKDê nîn e. Lê di vê pirsê de jî Emer Çetîn wezîfeya xwe pêk neanî. Ev pirsa zelal nekir.

    Emer Çetîn piştî ket hepisê, ji aliyê beşek hevalên xwe ve, ji aliyê Grûba Partiya Pêşeng  ya Karkerên Kurdistanê de, wek “xayinê partiyê” hat bi nav kirin. Ew, li dij derdiketin ku gruba Emer çetîn re xebata hevkarî nebe. Em wek Ala Rizgarî her dem li dijî vê helwestê derketin. Me got ku “helwesta Emer çetîn ya çûna wî ya hepsê şaş e. Lê ne xiyanet e.”

                                                     ******

    Emer Çetîn piştî ji hepsê derket, pêwendiyên xwe bi sosyalîzmê/komunîzmê re birî. Heta ez dikarim bibêjim ku di hepsê de jî pêwendiya wî bi sosyalîzmê re nebû. Lewra mirov dikare di ifadeya wî de jî vê yekê tespît bike.

    Piştî ku Duwarê Berlîne û Sîstema Sosyalîst hat hilweşandin, têk çû; dema Şerê Sar qediya, li dinyayê fikrên lîberal, demokrat, reforxwaz, li dijî statûparêziyê xûrt bûn û pêşketin.

    Li dinyayê du enî/cephe çêbûn. Eniya lîberal û reforxwazan , eniya statuparêzan.

    Li Kurdistanê jî ev cûdabûn û fikrên nû qewimand. Li Kurdiatanê statuparêzî xwediyê hejmarek mezin û giraniyek bû. Kêm kes reforxwaz, lîberal, li dijî statûparêzî bûn.

    Emer Çetîn jî, di eniya lîberal, reformxwaz û li dijî statuparêziyê de helwesta xwe diyar kiribû. Encama ew helwesta xwe, di xebat û damezrandina DKPê de cî girt.

    Min li ser mezelê Emer Çetîn qala ev dema wî ya nû kir. Ji cîwanan re got ku “piştî ku we sê heval û ez jî guhdar kirim, hûn tê gihêştin ku Emer Çetîn mirovekî çawa mezin e û hûn di derbarê wî de tiştekî nizanin. Lewra nûha li Bakûrê Kurdistanê dîrokek derevîn û fermî çê dibe. Rastî tên veşartin. Divê hûn li ser bûyerên dîrokî yên tên bin perdekirin û tên veşartin; şahsiyetên wek Emer Çetîn lêkolîn çê bikin.”

    Bila dîsa serê miletê kurd, malbat û hevalên wî sax be. Ciyê wî rehet be. Li cem bav û birayên xwe, li cem serokên û kurdperwerên Kurdistanê yên şehîd û neşehîd be.

    Amed, 4-ê Îlona 2014-an


    YORUM YAZ, SEN DE GÖRÜŞÜNÜ BİLDİR
  • Yükleniyor...
    YAZARLAR Tümü
    YILMAZ ACU BİR İNSANLIK ABİDESİNE VEDA: MERHUM FERİT BORA
    Yahya ERİKLİ 7. CÜZDEN MESAJLAR..
    MEHMET ÇET Yeni yılınız ( 2024 ) Kutlu Olsun
    ibrahim GÜÇLÜ Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…
    Abdülkadir Nur GÖRDÜK DEPREM VE MUHASEBE
    GAZETE MANŞETLERİ
    SON DAKİKA
  • Çermik’te Melike Belkıs Şenliği Coşkuyla
  • Çermikliler Büyük Konserde Buluşuyor
  • Atik ve Yavuz Ailelerinin Düğünü Görkemli
  • Çermik’te İstişare Toplantısı ve İnceleme
  • Dicle Üniversitesi’nden Çermik
  • Diyarbakır’da yaz tatiline spor desteği
  • SİİRT VALİSİ'NDEN SİİRT VAKFINA ZİYARET
  • Sağlık-Sen’den Kamu İşverenine Tepki:
  • FOTO GALERİ Tümü

    • Komik Resimler

    • RASTGELE RESİMLER

    • Manzara Resimleri
    ÖZEL HABER
  • Çermikliler Büyük Konserde Buluşuyor
  • Atik ve Yavuz Ailelerinin Düğünü Görkemli Bir Şölene
  • Ergani’de Unutulmaz Nişan Töreni: Uzan ve Eryiğit Aileleri Bir
  • Başkan Erdem 'den İsrail’e Sert Tepki: “İnsanlık Suçu
  • Parklara ayaklı çöp kovaları montajlanıyor
  • 15 Temmuz şehidinin eşi: "Onun eşi olduğum için çok gururluyum"
  • Eşbaşkanlardan Katılımcı Bütçe Paydaş ziyaretleri
  • Eşbaşkanlardan Temizlik Müdürlüğü emekçisine teşekkür
  • Çermik Belediye Başkanı Şehmus Karamehmetoğlu: “Aşure,
  • Çüngüş Belediye Başkanı Ali Suat Akmeşe: “Bu Gün, Hem
  • HAVA DURUMU
    VİDEO GALERİ Tümü

    • Davos'un Arka Planı

    • Recep Tayyip Erdogan One minute!

    • Günün en çok izlenen komik video
    NAMAZ VAKİTLERİ
    SÜPER LİG
    ARŞİV
    Anasayfam Yap | Sık Kullanılanlara Ekle | Künye | İletişim | Sitene Ekle | Reklam| RSS 2.0 2025 © Diyarbakır Haber Merkezi Tüm Hakları Saklıdır !

    Yazılım: Haber-Sistemi